ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2019'AN
- 09:00 22 Sibat 2019
- Rojev
*Mesmegul Ozdemîr ku li Bazîdê yekane namzeta jin a keyatiyê ye, diyar kir ku êdî dê jin kolanan, bajaran û taxên xwe rêve bibin. BI DÎMEN
*Girtiyê bi navê Egît Bîlîk ê li Girtîgeha Şinexê ket greva birçîbûnê û roja 39’an li pey xwe hişt dibêje ‘ya dikeve ser milê me guherîna vê pergalê ye’ û dayika wî Şîrîn Bîlîk jî wiha dibêje: “Tu dayik naxwaze bibîne zarokên wan bihele. Hîna ku rewşa girtiyan zêde xerab nebûye divê daxwaz bên qebûlkirin.”
* Prof. Doktor û Akademîsyen Şebnem Korur Fîncanci di roja 107’emîn a greva birçîbûnê ya Leylayê de ew li mala wê derman kir û got Leyla di pêvajoyek bi rîsk de ye û got jiyana mirovan bi nirx e, divê guh bidin daxwazan. BI DÎMEN
*Ciwanên HDP’ê Leyla Guven ku di roja 107’ê çalakiya xwe de ye, silav kirin û gotin wan ji berxwedana Leylayê cesaret girtine û wiha gotin: "Em ê wekî şopdarên Leylayê li qadan bin. Em ê meşaleya di şexsê Leylayê de dişewite, bigihînin deh hezaran. Pêşengiya vê em ê bikin."BI DÎMEN
*Li Taxa Xaçort a Wanê di 15’ê Sibatê de O.D yê 17 salî û Ş.Y yê 16 salî di 15’ê Sibatê de hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin. Her du zarok ji ber tiştên jiyan travmayê ji ser xwe navêjin. O.D diyar kir ku bi şev nikare razê û tenê nikare derkeve kolanê û got: “Dikeve xewna min. Polîs hîna li ber çavên min in û ez ditirsim.”
*Ji bo dermanan ji sedî 26,4 zem hat kirin. Hevseroka SES’ê Gonul Erden diyar kir ku ev zem nîşan dide ku krîza aborî bandor li ser qada tenduristiyê jî kiriye û got xizmeta tenduristiyê êdî zehmet dibe û got: “Pereyê SGK dide wek xwe ye lê ferqa navberê ji gel wê bê girtin. Ger SGK ji bo dermanekî bêje ‘ez 100 lîrayê wê didim yên din ne aydê min e’ û ev derman ji 130 lîrayî derketibe 140 lîrayî, 40 lîra ji bêrika gel wê bê girtin.”BI DÎMEN
*Bi pêşengiya Kongra Star, ji bo bişînin NY’ê , ji bo vegera li Efrînê, kampanya îmzeyan hat destpêkirin û di bin êrîşên top û hewanan de bi baweriyek mezin tê meşandin. Jinên kampanyayê didin meşandin wiha gotin: “Em bi hêza xwe bawer in. Em ê dagirkeran ji axa xwe derbixin.”BI DÎMEN








