DİSA-DER: Zimanê me nasnameya me ye

  • 15:26 21 Sibat 2019
  • Rojane
WAN - DÎSA - DER, derbarê Roja Zimanê Dayikê de daxuyanî da û got;"Bişavtina li ser zimanan rakir ji bo ku gel bikaribin bijîn. Zimanê me nasnameya me ye."
 
Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman  (DÎSA - DER), li Wanê bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê  çalakiyên cur bi cûr li dar xistin.  Di vê navberê de çalakiya ku wê DÎSA -DER'li Beşyolê li dar bixista bi hinceta provokasyonê ji aliyê walîtiyê ve hat astengkirin. Li ser qedexeya ku hat kirin li avahiya komeleyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya ku gelek nûnerên saziyan tevli bûn de pankarta bi nvîsa "Zimanê me çanda me ye, bila ziman bên axafin ji bo ku gel bijîn" hat daliqandin û li ser navê DÎSA - DER'ê hevserokê wê  Salîh Sertkal daxuyanî xwend. 
 
'Bişavina li sser zimanan rakirin ji bo ku gel bijîn'
 
Salîh anî ziman ku li ser rûyê cîhanê ji ber polîtîkayên bişavtinê gelek ziman bi tunebûnê re rûbirû mane û bişaftina li ser zimanan rakin ku gel karibin bijîn.  
 
Piştî daxuyaniyê belavok hatin belavkirin û gel ji bo panela ku wê KESK'ê bê dayîn hat vexwendin.