Li Wargeha Mexmûrê pêngava çandina daran des tpê kir
- 16:26 24 Mijdar 2024
 - Ekolojî
 
	NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya Şaredarî û Qada Tenduristî ve pêngava dar çandinê hate destpêkirin. Wê pêngav heta 4’Nisanê bidome.
	Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûre bi pêşengiya Şaredarî û Qada Tenduristî ya Mexmûrê ve pêngava dar çandinê hate destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de îro ji aliyê xebatkarên Şaredarî û Qada Tenduristî ve 70 şitilên dar hate çandin.
	Wê pêngav heta 4’ê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan bidome.
				
				
				
				
				
				





