Ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
- 15:22 25 Cotmeh 2024
 - Ekolojî
 
	AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên ku li Zarokistana 450 Evlerê perwerde dibin şahiya tirî û pilûrê li dar xist.
	Serokatiya Xizmetên Civakî, li Zarokistana 450 Evlerê û Mala Lênêrîna Rojê ji bo zarokên ku li wir perwerde dibin şahiya tirî û bastêqê pêk anî.
	Di çalakiya li bexçeyê zarokistanê de zarokan, bi alîkariya dêûbav û mamosteyên xwe gûz xistin ser bendan û ew li pilûra ku di beroşê de keliyabû xistin û meşlûrên gûzan çêkirin, piştre jî pilûr ji bo bastêqê li ser çarşefan belav kirin.
	Paşê zarokan meşlûrên gûzan li ser bendên ku hatibûn amadekirin daliqandin û çarşefên bastêqê jî dan ber rojê.
	Di şahiyê de, zarokan hem çanda xwe hem jî qonaxên tirî yên ku li herêmê tên çandin û dibin xwarinên cuda hîn bûn.
	Zarokan, bi tevlîbûna çêkirina meşlûrê gûzan û bastêqê hem kêfxweşiya afirandinê jiyîn hem jî bi dilê xwe kêf kirin.

				
				
				
				
				





