Şewata li Dara Hênê hat vemirandin
- 21:01 8 Tebax 2024
 - Ekolojî
 
	ÇEWLÎG - Şewata ku duh bi şev li navçeya Dara Hênê li qada daristanê derketibû û belavî cihên niştecihan bû, hat kontrolkirin.
	Şewata daristanê ya ku duh danê êvarê li herêma navbera gundê Vartax û Çamlîpinar ê navçeya Dara Hênê  a Çewlîgê derket, li gundê Doganca Eskîkoyê belav bû.  Şewat li qada niştecihbûnê belav bû û piştî mudaxeleyê şewat hat kontrolkirin. Xebatên vemirandina agir dewam dikin.
	Midûrtiya Rêveberiya Daristana Çewlikê, Şaredariya Çewlikê û Şaredariya Gençê, Îdareya Taybet a Parêzgehan û welatî beşdarî xebatên vemirandina şewatê bûn.
				
				
				
				
				
				





