Li Şankûşê şewat derket
- 11:32 5 Tebax 2024
 - Ekolojî
 
	AMED - Li navçeya Şankûşê li qada daristanê şewat derket. 
	Li gundê Simaqî yê bi ser naçveya Şankûşa Amedê ve li qada daristanê şewat derket. Nayê zanîn şewat ji ber çi derketiye û welatî mudaxileyî agir dikin. Gundiyan hawara xwe gihand tîmên agirkujiyê û tîm çûn cihê şewatê. 
	Welatiyan ragihand ku tîmên agirkujiyê çûne cihê şewatê lê ne mimkûn e ku miudaxileyî şewatê bikin û xwestin ku helîkoterên vemirandinê mudaxileyî agir bikin. 
	Hat zanîn ku şewat li herêmê berdewam dike.

				
				
				
				
				





