Li gundên Çemçemalê 500 donum erazî şewitî
- 10:40 26 Hezîran 2024
 - Ekolojî
 
	NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku ji ber sedemek nediyar agirek mezin bi derdora gundên Çemçemalê ketiye.
	Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya parêzgeha Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber sedemek nediyar agirek mezin bi derdora gundên Qela Çoxe, Esker, Dalewe û Heyderbeg yên li navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê ketiye.
	Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hezar û 500 donum puş û darên xwezayî şewitiye. Hate gotin ku piştî demek dirêj agir hate kontrol kirin.
				
				
				
				
				
				





