Li Çinarê şewat derket
- 16:58 23 Hezîran 2024
 - Ekolojî
 
	AMED - Li Çinarê  li 2 gundan şewat derket, hat diyarkirin ku şewat li gundê Kilvanê belav bûye. 
	Li gundên Kilvan û Qerhêta  yên navçeya Amed Çinarê şewat derket. Hat diyarkirin ku şewat li gundê Kilvanê derketiye û rewş xeter e. 
	Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz ku me xwe gîhandê jî got: “Li Qerhêta jî şewat derket. "Rewş gelekî giran xuya dike û em dixwazin ev rewş di raya giştî de jî bê dîtin."

				
				
				
				
				





