Di konferansa Însîyatîfa Yekîtiyê de peyama ‘yekgirtinê’

  • 10:02 26 Nîsan 2026
  • Rojane
 
AMED – Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar girîngiya yekîtiyê ji bo azadiyê destnîşan kir û got, “Tevgera Kurd û Birêz Ocalan êdî rêberiya têkoşîna azadiyê dikin.”
 
Konferansa Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi şîara "Kurdên Bakur Yekîtiya xwe ya Neteweyî nîqaş dikin" li Eywana Konferansa Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. Gelek endamên însiyatîfê, siyasetmedar û gelek sazî û dezgehên sivîl tevlî konferansê bûn. Li eywanê pankartên “Dem Dema Yekîtiyê ye” û “Yekîtî serkeftine” hatin daliqandin.
 
Piştî rêzgirtinê, destpêkê Hevberdevka însiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku sedema sereke ya ku hîn jî li Kurdistanê şer diqewime, negihîştina yekîtîyê ye û got, “Di dema êrîşên li ser Rojava de, Kurdan bi yek dirûşmeyê dengê xwe li kolanan bilind kirin û gotin ‘Yek e, yek e, yek e, Gelê Kurd yek e’. Plana qirêj a li dijî Kurdan li ser maseya danûstandinan hate pûçkirin. Dema ku gel bi yek deng û yek ruhî derkevin kolanan, ew dikarin wan planan berevajî bikin. Mînaka vê ya herî baş Rojava ye. Bi salan e ku gelê Îranê di bin rejîma dîktator de ye. Lê belê gelê Rojhilat rêyek nû dixwazin. Ew dixwaze bi çand, ziman û hunera xwe jiyaneke demokratîk ava bikin. Hem Tirkiye û hem jî dewletên din ên neteweyî li Îranê planên xerab pêk tînin. Lê divê hikûmet guh bide daxwazên gel û çi dibêje. Gelê Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur çi dixwaze? Divê yên ku desthilatdar in guh bidin gel.”
 
‘Îro em hemû berpirsyar in’
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê û wiha domand, “Piştî banga Birêz Abdullah Ocalan, em ketine qonaxek nû. Ya ku me xilas bike yekîtiya kurdan e. Îro em hemû berpirsyar in. Berpirsiyarî ne tenê ya gel e; gel jî ji vê berpirsiyariyê haydar e. Dema ku gelê Rojava daketin kolanan, gotin, ‘Me yekîtî bi dest xist.’ Niha berpirsiyariya herî mezin li ser milê siyasetê ye. Gel, li pêş siyasetmedaran disekine û gav bi gav pêşdetir diçe. Divê guh bidin gel. Divê sazî guh û çavên xwe ji gotinên gel ên li kolanan re negirin. Em bawer dikin ku dema gelê Kurd yekîtîyê bi dest bixe, statuya gelê Kurd jî wê misoger bibe. Ji niha û pê ve jiyaneke azad û aştiyeke bi divê rûmet hebe. Derdê me yê yekem yekîtî ye. Eger em yekîtîyê pêk bînin, tu dewlet nikare Kurdan rawestîne.”
 
Piştre Hevberdevkê Însiyatîfê Mehmet Kamaç axivî û wî jî têkildarî yekîtiya neteweyî axaftinên girîng kir.
 
Di dorê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin.
 
‘Rêya me rêya azadiyê ye’
 
Di berdewamiyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û diyar kir ku têkoşîn û hewldanên wan pêşiya yekîtiya Kurdan vedike. Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku divê ev yekîtî berfireh bibe û wiha pê de çû, “Ji ber vê yekê em têgeha yekîtiya demokratîk bi kar tînin. Eger yekîtî demokratîk nebe, ew ê têk biçe. Di 27’ê Sibatê de, Birêz Ocalan bangek kir. ‘Me tiştekî pir girîng bi dest xist.’ Êdî kes nikare bêje ‘kurd, zimanê kurdî û çanda wan tuneye.’ Dibêje ‘Me înkar ji holê rakir, niha rêya me rêya azadiyê ye.’ Heta ku gelê Kurd ku di bin zilm û zordariya dewlet û desthilatdaran de dîl hatiye girtin, neyê azadkirin, gelên din jî nayên azadkirin.”
 
‘Divê em pêşî li parçebûnê bigirin’
 
Çîgdem Kılıçgun Uçar bal kişand ser berxwedan û yekîtiya Kurdan a li dijî êrîşên li ser Rojava û got, “Me yekîtîya demokratîk, bi taybetî li Rojava dît. Kesî negot, ‘Ev nêrîna min e’ û her kesî parastina Rojava kir. Ji ber ku li Rojava berxwedanek hebû. Berxwedana li Rojava nîşan da vê peyamê dide me; ji niha û pê ve divê yekîtiya Kurdan hîn xurttir bibe. Eger em ne yekgirtî bin, di nav me de gelek xapînok wê hebin. Hikûmetan heta niha hewl dane ku bi perçekirina me li ser desthilatdariyê bimînin. Li dijî banga 27’ê Sibatê şerekî taybet tê meşandin. Ez ji vir ji bo wan kesên ku têkoşîna ku ji hêla vê tevgerê ve tê dayîn paşguh dikin diaxivim; hûn ji bo azadî, ziman û hebûnê têkoşînê dikin, lê gelo tevgera Kurd we asteng dike? Ji ber vê yekê divê em bibin yek. Divê em pêşî li parçebûnê bigirin.”
 
‘Mîlyonek û nîv ermenî qetil kirin’
 
Ohannas Gafur Ohannîan jî mafê axaftinê girt û bal kişand ser komkujiya ermeniyan û got, “Mîlyonek nîv ermenî li ser vê axê hatin qetilkirin. Tecawiz hatin kirin û hatin sirgûn kirin. Ev gelê kevnar niha hema bêje tune bûye. Ew fikra hebûna nêrînek cîhanî ku yekîtiyê di asta gel û neteweyan de pêş dixe parve nake. Eger yekîtiya neteweyî pêk neyê, ew ê careke din me wekî berê li dijî hev bi kar bînin.”
 
Doktor Xelîl jî destnîşan kir ku her ku ber bi serkeftinê ve diçin astengî jî zêdetir dibin û diyar kir ku welatê hemû gelan heye, welatê kurdan jî Kurdistan e.
 
Piştre sînevîzyona ku hat amadekirin hat temaşekirin. Peyamên ji bo konferansê hatibûn şandin hatin parvekirin. Konferans piştre ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.