Deklarasyona Newroza Stenbolê hat eşkerekirin
- 13:34 9 Adar 2026
- Rojane
STENBOL - Di deklarasyona Newrozê ya li Stenbolê hate aşkerakirin de wiha hate gotin: “Em bang li jin, ciwan, kedkar, karker, hunermend, rewşenbîr, hemû gel û civakên olî dikin ku di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de bicivin; hêviyê geş bikin, hevgirtinê xurt bikin û agirê azadiyê geş bikin.”
Newroza îsal dê li Stenbolê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza Azadî û demokrasiyê” bê pîrozkirin. Deklarasyona Newrozê li hotêleke bajar hate eşkerekirin. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Pelîn Kahîlogûllari, Juliana Gozen, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Kurdiya deklarasyonê Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û ya bi Tirkî Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaşê xwend.
Deklarasyona Newrozê ya bi dirûşma “Newroza azadî û demokrasiyê” wiha ye:
Îsal, em 21’ê Adarê, Cejna Newrozê, sembola şiyarbûn û nûjenbûnê, bi dirûşma "Newroza azadî û demokrasiyê’ pîroz dikin. Ew îradeya ronahiyê li dijî tariyê, berxwedana li dijî zilmê, hebûn li dijî înkarê, têkoşîna ji bo jiyaneke bi rûmet û dadperwer li dijî kolonyalizmê, û ji nû ve zayîna rêxistinkirî li dijî bêhêvîtiyê ye. Newroz, bîra çandî ya hevpar a gelan, hişmendiya dîrokî ye ku meşa bindestan ber bi azadiyê ve, lêgerîna wan a edaletê û îradeya wan a ji bo jiyaneke bi rûmet heta roja îro tîne.
Di seranserê dîrokê de, gelên ku li hemberî zilm, kolonyalîzm, înkar û bişaftinê li ber xwe dane, li dora agirê Newrozê xwe birêxistin kirine; nasname, çand û baweriyên xwe parastine, hevgirtina xwe xurt kirine û meşên xwe yên ji bo azadiyê domandine. Agirê Newrozê bûye dengvedana gerdûnî ya hebûn û dengê bindestan, yên ku hatine paşguhkirin û yên ku dihat xwestin bêdeng bibin. Vê mîrateya dîrokî berdewamiya berxwedanê saz kiriye û hesta hêviyê veguherandiye hêzeke civakî.
Îro, em Cejna Newrozê bi biryardariya berfirehkirina armancên civaka demokratîk, sosyalîst û komunal ên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pîroz dikin. Ev yek biryardariya me ya ji bo avakirina pergaleke civakî xurt dike ku mafê jiyana gel tê de were mîsogerkîrîn, îradeya gel were naskirin, qanûnên demokratîk serdest be û azadiya îfade û rêxistinbûnê were sazûmankirin. Îsal, em careke din bi hişmendî û biryardariya ku hebûna wekhev û azad bi nasname, ziman, bawerî û çandên cihêreng û avakirina jiyana xwe li ser bingehek wekhev û demokratîk, tenê bi têkoşîn û berxwedana rêxistinkirî û kolektîf mimkun e, derdikevin qadên Newrozê. Çanda berxwedanê ya Newrozê bi ezmûna dîrokî nîşan dide ku azadî û demokrasî bi hêza xwe ya gel, hevgirtinê, têkoşîna rêxistinkirî û civakeke rêxistinkirî ve têne avakirin. Tenê rê û mîsogeriya têkoşîna ked, azadî û demokrasiyê, ku bi bedelên mezin tê meşandin, pêşengiya jinan, dînamîzma ciwanan, berxwedana karkeran û hevgirtina gelan e.
Di vê çarçoveyê de, banga dîrokî ya birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de, saleke bi têkoşînê tijî, li pey xwe hişt. Birêz Ocalan û tevgera wî gavên pêwîst avêtin û erkên xwe yên siyasî ji bo pêşvebirina pêvajoyê bi cih anîn. Gelê Kurd û hêzên demokratîk jî piştgiriyên pêwîst ji bo pêşxistina çareseriyekê û bidestxistina veguherîna demokratîk peyda kirin. Gavên ku ji hêla tevgerê ve piştî banga dîrokî ya birêz Ocalan hatin avêtin, îradeya gel ji bo avakirina jiyaneke wekhev û hevpar xurt kir û bi hêza rêxistinkirî ya gel li kolanan mezin bû, potansiyela xwe ya ji bo hilberandina encamên siyasî derxist holê.
Her çiqas avakirina komîsyonekê di nava Parlamentoyê de ji aliyê dewletê ve di vê pêvajoyê de girîng be jî, rapora dawî ya ku hat weşandin, ji aliyê naveroka xwe ve ji hêviyên gelê Kurd, bindestan û raya giştî ya demokratîk û her wiha pêdiviyên herî kêm ji bo çareseriyê dûr maye. Mixabin navê pirsgirêkê jî rast nehatiye danîn. Meclis û siyaseta ku ji bo pirsgirêkan cihê çarseriyê ye, di çareseriya pirsgirêka Kurdan de wêrekî nîşan neda û ji berpirsyariyê reviya.
Misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Öcalan û afirandina şert û mercên ku ew bikaribe bi awayekî azad bixebite, ji bo pêşxistina çareseriyeke demokratîk, bidestxistina aştiyê û pêşvebirina pêvajoyê bo qonaxeke entegrasyonê ya erênî gava lezgîn û pêwîst e. Dema ku em ber bi qonaxa duyemîn a pêvajoyê ve diçin, avakirina şert û mercên wekhev ji bo danûstandinan bi sepandina mafê hêviyê ji bo pêveçûna pêvajoyê şerteke girîng e. Di vê çarçoveyê de, tevî hemû kêmasiyên wê, girîng bûye ku pêşniyarên der barê demokratîkbûnê de di rapora Komîsyona Parlamentoyê de di zûtirîn demê de werin bicîhanîn û rêziknameyên qanûnî û destûrî yên pêwîst ên guncav ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoyê bi lez û bez werin çêkirin.
Armanca aştî û civaka demokratîk ji daxwazeke siyasî wêdetir e; ew pêvajoyeke avakirina civakî ye. Ji bo me, ev pêvajo avahiyeke civakî temsîl dike ku tê de cûdahî wekî dewlemendî têne qebûlkirin, civakên xwecihkî têne bihêzkirin, rizgariya jinan wekî prensîbeke bingehîn tê pejirandin û jiyaneke lihevhatî ya bi xwezayê re tê avakirin. Her ku jiyana komunal di civakeke demokratîk de pêş bikeve, dê mimkun be ku kolonyalîzm bi dawî bibe, aştî pêk were, wekhevî were garantîkirin û jiyana hevbeş were bipêşxistin. Her ku jin azad bibin, civak jî dê azad bibe; her ku kolonyalîzma kedê û talankirina xwezayê kêm bibe, edalet dê xurt bibe.
Tevî zilm û qedexeyan, Newroz bi îradeya gel mezin bûye; ev îradeya dîrokî, ku heta roja îro hatiye hilgirtin, dê bi heman biryardariyê bibe bingeha avakirin û pêşxistina civakeke demokratîk û komunal. Agirê Newrozê, wekî duh, îro jî dê li meydanan wekî hişmendiyek civakî ku berxwedanê xurt dike û berpirsiyariya avakirina jiyaneke hevpar ji bo pêşerojê xurt dike, were nîşandan. Bi milyonan kesên ku îsal dê meydanan tijî bikin, dê daxwazên xwe yên ji bo demokrasî, ked, azadî û wekheviyê bi awaya herî bilind biqîrin, veguherin sozek ji bo pêşxistina civakeke demokratîk û jiyana komunal. Newroz dê bibe îfadeya biryardariya gelê me ya ji bo avakirina edaletê, serdestiya hiqûqê, azadiya raman û îfadeyê, pirrengiya siyasî û wekheviya civakî ya bi hêz û têkoşîna xwe.
Têkoşîna azadiya jinan, ku ji berxwedana Rehşan, Ronahî, Zekiye, Bêrîvan, Kader, Îvana û gelekên din ên ku li dijî zîhniyet û pergala serdestiya mêr şerekî bêdawî dane derketiye holê, îro rê li ber civakeke demokratîk û komunal vedike. Îradeya azadiya jinan, îro bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ji bo jinên li çaraliyê cîhanê dibe dirûşma azadiyê; di porên wan ên vehandî de dibe gerdûnî, ji bo mirovahiyê mizgîniya jiyaneke nû dide. Ev têkoşîn, ku li dijî serdestiya mêr, polîtîkayên şer û pergala dijminê jinan radibe, dê di pîrozbahiyên Newrozê de li hev bicive û bibe hêza avakirin û damezrandina civakek demokratîk.
Em bang li jin, ciwan, kedkar, karker, hunermend, rewşenbîr, hemû gel û civakên olî dikin ku di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de bicivin; hêviyê geş bikin, hevgirtinê xurt bikin û agirê azadiyê geş bikin. Agirê Newrozê dê ronahiya aştiyê zêde bike, misogeriya demokrasiyê xurt bike û avakirina jiyaneke wekhev û azad bilezîne. Newroza we pîroz be.”







