Ji platforma Yekîtiya Jinên Kurd banga yekîtiya neteweyî
- 12:37 20 Sibat 2026
- Rojane
AMED – Platforma Yekîtiya Jinên Kurd jin vexwend civîna berfireh a Yekîtiya Neteweyî ku dê di 2'yê Adarê de li Amedê were lidarxistin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Yekîtiya jinên Kurd bingeha yekîtiya neteweyî û yekîtîya neteweyek demokratîk e."
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê derbarê civîna berfireh a ji bo yekîtiya neteweyî ku dê di 2'yê Adarê de li Amedê were lidarxistin de civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de ku gelek jin beşdar bûn, endama platformê Laleş Biçimli daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Laleş Bîçîmlî, anî ziman ku weke hemû gelên li herêmê, ew li ser erdnîgariya xwe ji her demê zêdetir bi rewşa kaos û şer re rû bi rû ne û got ku îro li ser Îsraîlê bi piştgiriya hêzên emperyalîst tê xwestin ku ji nû ve teşeyeke bidin Rojhilata Navîn. Laleş Bîçîmlî, bi lêv kir ku rejîma nû ya Sûriyeyê ku bi tevlêbûna bermahiyên DAÎŞ'ê hate avakirin û ji aliyê hêzên hegemonîk ve tê xwestin ku xwe paqij bike û rewatiyê bistîne, di meha Adara 2025’an de li Lazkiyeyê Elewî û di Tîrmeha 2025’an de li Siweydayê gelê Dûrzî li ber çavên hemû cîhanê bi êrîşên hovane di komkujiyê re derbas kirin. Laleş Bîçîmlî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev çeteyên cihadîst ku dijminê jinan, gelan, komên baweriyên cuda û hemû mirovahiyê ne, bi riyekê wiha erêkirin û destûrê ji hêzên serdest standin û xwestin ku qirkirina Kurdan jî pêk bînin. Ev destûr û erêkirina di 6’ê Çileyê de, bi navbeynkariya DYA, piştgiriya Fransa û di bin çavdêriya Tirkiyeyê de li Paris’ê di civîna Şam–Îsraîlê de hate dayîn. Heman êvarê li Helebê, li navçe û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi destê Hikûmeta Şara û çeteyan êrîş li ser Kurdan hate kirin û heman rewş û xetere îro jî bi dorpêçkirina Kobanê didome.”
‘Dixwazin pêşiya kurdan bigirin’
Laleş Bîçîmlî, diyar kir ku bi vê konseptê dixwazin ku sed sal piştî peymana Lozanê dîsa Kurdan li derveyî hiqûqê bigirin û wiha pê de çû, “Ev 14 sal e ku bi perspektîfa neteweya demokratîk li dijî şer, tundî, mêtingerî û dijminatiya jinê li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistanê dixwazin ku rêveberiya demokratîk a ku hatiye avakirin were tunekirin û ji holê rabe û ji bo entegrasyona ku tê plankirin were astengkirin, hemû polîtîkayên zext û zordariyê xistine meriyetê. Ev dorpêçkirin û şer ên li Rojavayê Kurdistanê li dijî hebûna gelan û baweriyan, bi taybetî jî li Kobanê li dijî Kurdan, bûye navenda berjewendî û nîşandana mezinahî û xurtbûna hêzên serdest û hevkarên wan ên li herêmê. Ev hêzên kapîtalîst û mêtinger armanc dikin ku Şoreşa Rojava, ku şoreşeke jinan e, bêhna wê biçikînin, wê tune bikin û ji holê rakin. Ji ber vê yekê jî li Rojhilata Navîn ji bo iradeya gelan a jiyana hevpar û aştiyane asteng bikin, têk bibin komployek wiha ya navneteweyî xistin dewreyê”
‘Sînorên çêkirî yên li Kurdistanê hatine xêzkirin bêwate kir’
Laleş Bîçîmlî, da zanîn ku divê eşkera û vekirî were gotin ku ev komplo di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de pêk hatiye û wiha hat gotin, “Tam jî di demeke wiha de pêkhatina komployeke bi vî rengî hedefgirtina vê pêvajoyê ye ku bi Tirkiyeyê re pêş diket, ev jî xaleke girîng e ku divê li serê were sekinandin. Ev rewşa heyî planek li dijî destkeftiyên Kurdan e ku di dîrokê de tevî her cure zext û zordariyan, mêtingerî û polîtîkayên tunekirinê Kurd bi berxwedan û berdelên mezin bi dest xistine. Ev li dijî perspektîfa çareseriyê ya azadî, demokratîk û jiyana hevpar a Birêz Abdullah Ocalan hatiye pêşxistin. Lê tevî ku hêzên emperyalîst dixwazin li herêm û erdnîgariya me gengeşî û tevliheviyê biafirînin û tu zagonên navneteweyî nas nakin, bi nêzîkatiya ‘ez her tiştî dikarim bikim’ tevgeriyabin jî ev xwesteka wan dîsa bi berxwedana Kurdan têk çû û bêwate bûye. Gelê Kurd bi xweparastina xwe ya mezin, bi berxwedana xwe; bi avakirina hêza xwe ya polîtîk û rêxistinî xwe îspat kiriye û hêz û hebûna xwe bi cîhanê daye qebûlkirin. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi pratîkên xwe yên berê û bi taybetî bi daneheviya xwe ya di 50 salên dawî de wergirtiye, nîşan da ku xwedî wê hêz û şiyanê ye, dikare hemû Kurd û Kurdistaniyan bîne cem hev û li dora hev kom bike. Îro em vê yekê bi zelalî dibînin ku li çar aliyên Kurdistanê û li her deverên cîhanê di dorpêçkirina Kobanê de Kurd bi rojan, demeke dirêj li qad û kolanan yek rêz dibin û bi yekdengî diqîrin. Berxwedana Kobanê û li hemberî vê dorpêçkirinê bêdeng nebûna gelê Kurd, ji aliyê civakî û hestiyarî ve girêdan û helwesteke hevpar û xurt di nava gelê me de ava kir, ji bo Rojava yekîtiya neteweyî pêk anî û sînorên çêkirî yên li Kurdistanê hatine xêzkirin bêwate kir.”
‘Hesta yekîtiya neteweyî gihand asta herî bilind’
Laleş Bîçîmlî, diyar kir ku di vê pêvajoyê de ku tê xwestin peymana Sykes-Picot were nûkirin, ji bo Kurdan yekîtiya neteweyî êdî bûye pêwistî û pêdiviyek jiyanî û jêneger, ev li her Kurd û Kurdistaniyan ferz e û wiha dom kir, “Siyaseta Kurd jî ji aliyê gel ve bi pirsa “ku îro nebe, kengê?” re rû bi rû maye, divê siyaseta Kurd jî berpirsiyariya xwe pêk bîne. Hêza herî dînamîk a avakirina yekîtiya neteweyî ya demokratîk bêguman Têkoşîna Jinên Azad a Kurdistanê ye ku îro ji bo têkoşîna jinan a cîhanê jî mînak û çavkanî ye. Ev pêşketin û pêşengiya jinan bingeha pêkanîna yekîtiya neteweyî amade kiriye. Jinên Kurd û jinên Kurdistanê ku li hemû Kurdistanê û cîhanê têkoşîneke bêhempa û bênavber didin, xwedî zanîn, danehevî û hêz in ku pêşengiya yekîtiya neteweyî ya gel jî bikin. Erdnîgariya Kurdistanê ya ku bêstatû hatiye hiştin û veguheriye cih û warê talan û mêtingeriyê, li vê derê bi taybetî li ser bedena jinê lê hemû nirxên mirovahiyê têne têkbirin û binpêkirin. Me gelek mînak dîtin ku kiryarên ne mirovahiyê ne û pêkanîna zihniyeta DAÎŞ'ê ne ku li dijî ‘jinên şerker’ pêk hatin. Ji bo Kurdan jin û hemû tiştên li ser jinê pîroz in, lê ev hov û barbarên vê demê dixwazin wan tune bikin. Keziya Porê qutkirî ku wan parve kir û nîşan da, îro ji bo jinan bûye sembola azadiyê û çalakiya porhonandinê ya jinên Kurd û jinên cîhanê tevgereke rêxistinî ya jixweber çêkir. Her wiha di nav hemû Kurdan de, birdoziya wî/ê çi be jî, hesta yekîtiya neteweyî gihand asta herî bilind.”
Bangewazî
Laleş Bîçîmlî dawiyê de wiha got: “Hest û hişmendiya neteweyî ya ku di nava gelê Kurd de hate afirandin û pêş ket— Kurdên ku ji qadan dernakevin û qadê naterikînin û di her şertan de doz û daxwazên xwe yên maf û azadiyê dikin — êdî ev hatiye fêmkirin, pêşiya wê nayê girtin û nayê rawestandin. Her çend ev sekna qewî û bi biryar, hin gav bi hêzên hegemonîk dabe avêtin jî divê neyê jibîrkirin, siyaseta tunekirinê ya ku di dîrokê de her tim li ser kar e, dibe ku her gav dîsa bikeve meriyetê. Îro pêkanîna yekîtiya demokratîk a gelê Kurd bi awayekî stratejîk li ser esasê îradeya azad a jinan û wisa girtina dest dîrokî ye. Ev stratejî ku ji aliyê jinan ve jî li ser bingeha peymana civakî were diyarkirin, ev garantiya jiyana hevpar a Kurdan û hemû cudahî, reng û dengan e. Ji ber ku yekîtiya jinên Kurd, xerca yekîtiya neteweyî û yekîtiya neteweya demokratîk e. Li ser vê bingehê, di vê pêvajoya hesas, nazik û girîng de, bi rihê ‘Jin Jiyan Azadî’ yê em li hemû jinên Kurd ên li Kurdistan û yên ku li her devera cîhanê dijîn, bang dikin û dibêjin; werin cem hev, bi pêşengiya ‘Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ ji bo em bi hev re aştî û civaka demokratîk ava bikin ; em we vedixwînin civîna ku dê di 2’ê Adara 2026’an de li Amedê were lidarxistin.”







