‘Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu’

  • 09:05 19 Sibat 2026
  • Çand û Huner
Rojda Aydin 
 
AMED - Sûzan Vejan Tatli têkildarî 21'ê Sibatê da zanîn ew hêvî dikin ev roj bibe sedema azadiya hemû zimanên li cîhanê û got:"Ziman pergaleke zindî ye. Ger bê qalkirin xwe pêş dibe. Ger zindî bimîne wê xwe bigihîne nifşên nû. Divê bibe zimanê perwerdeyê û bi awayekî fermî bikaribe li her qadê pê bê axaftin. Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu."
 
Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di 17'yê Mijdara 1999'an de ji aliyê UNESCO'yê ve wekî 21'ê Sibatê hatiye eşkerekirin. Ji bo parastina pirzimaniyê, pirçandiyê 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat îlankirin. Lê belê li cîhanê êriş, qedexe û qirkirina li ser zimanê dayikê dewam dike. Zimanê Kurdî jî li her aliyên Kurdistanê di bin zexteke mezin de ye û bi salan e hatiye qedexekirin. Têkoşîna Gelê Kurd a li dijî zext, qirkirin û qedexeya li ser ziman jî dewam dike. Endama Rêvebiriya Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî (Enstituya Kurdî ya Amedê) û mamosteya zaravayê kirmanckî Sûzan Vejan Tatli têkildarî mijarê nirxandin kir. 
 
‘Ziman ber bi windabûnê ve diçin’ 
 
Sûzan Vejan Tatli da zanîn ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê li her derê bi salan e belav dibin û wiha got:”Em di sedala 21’emîn de ne. Lê belê  hê jî zimanê me ji aliyê dewleta tirk ve qedexe ye. Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di 17'yê Mijdara 1999'an de ji aliyê UNESCO'yê ve wekî 21'ê Sibatê hatiye eşkerekirin. Ev roj ji bo çi tê pîrozkirin ? Li vir tê xwestin bala mirovan bikşînin ser dewlemendiya ziman. Her wiha bala mirovan bikşînin ser pirçandiyê. Her wiha bi vê rojê hat xwestin bala mirovan bikşînin ser windabûna zimanan jî. Di cîhanê de bi hezaran ziman hene. Lê belê mixabin ji van zimanan bi sedan jê ber bi windabûnê ve diçin an jî winda bûne. Mixabin niha heman rewş ji bo zaravayê Zazakî jî derbas dibe. Zaravayê Zazakî jî bi salan e ji aliyê dewletê ve hatiye qedexekirin.”
 
‘Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu’
 
Sûzan Vejan Tatli bi lêv kir ku divê zimanê Kurdî bibe xwediyê statuyê û wiha pê de çû:”Mafê girtina perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Ziman pergaleke zindî ye. Ger bê qalkirin xwe pêş dibe. Ger zindî bimîne wê xwe bigihîne nifşên nû. Divê bibe zimanê perwerdeyê û bi awayekî fermî bikaribe li her qadê pê bê axaftin. Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu. Dema zarokek tê cîhanê bi zimanê xwe jiyana xwe nas dike. Di hişê xwe de jî her tiştî li gor zimanê dayika xwe sembolîze dike. Lê belê dema zarokên kurd dest bi dibistanê dikin ji ber perwerdeyê bi Kurdî nabînin kincên xwe yên kurdîtiyê ji xwe dikin. Ji aliyê derûnî, pedagojik û kesayetê de vê carê bandoreke xirab li ser zarokan dike. Ji ber li dibistanên sîstemê zimanê dayikê qedexe ye. Zarok vê carê zimanê xwe bê qîmet û bê fêde  dibîne. Ziman di malan de tê hînbûn lê belê li dibistanan jî tê parastin. Dîtina perwerdeyê ya bi zimanê xwe, jiyana bi zimanê xwe, fikirandina bi zimanê xwe gelekî girîng e. Ji bo zimanê dayikê bigihêje nifşên nû perwerde şert e.” 
 
‘Gelê Kurd ji bo zimanê xwe bedelên giran dane’ 
 
Sûzan Vejan Tatli destnîşan kir ku Gelê Kurd bi salan e ji bo zimanê xwe li berxwe dide û wiha dewam kir:”Zimanê Kurdî her tim bi zehmetiyan rû bi rû maye. Bi qirkirinê rû bi rû maye. Polîtîkayên asîmîlasyonê her tim li ser zimanê me hatiye meşandin. Gelê kurd ji bo zimanê xwe, ji bo nasnameya xwe bedelên giran dane. Bi hezaran kurd ji ber zimanê xwe hatine kuştin, di zindanan de mane. Li dijî êrişan têkoşîna Gelê Kurd jî mijara gotinê ye. Ji ber zimanê me nasnameya me û temînata hebûna me ye. Dema zimanek winda bibe, dîrok û şaristaniya wî gelî jî winda dibe. Dema zarokek tê cîhanê têkiliya zarok û dayikê hîn xurt e. Di destpêkê de zarok zimanê xwe ji dayika xwe hîn dibe. Lê belê divê tenê barê hînkirina zimanê dayikê ya ji bo zarokan li ser milê dayikê neyê hiştin. Ev jî ne tiştekî rast e. Dema zarok mezin dibe têkiliyên zarok û dayikê kêm dibe û faktorên derve jî êdî bandorê li ser hînbûna ziman dikin. Rast e ji bo destpêka hînbûna zimanê dayikê, dayik xwedî roleke girîng e lê dawiyê tesîreke xurt a derve jî li ser zarokan dike.”
 
‘Divê xebatên me bi zimanê me bin’ 
 
Sûzan Vejan Tatli diyar kir ku divê hemû xebat bi zimanê dayikê bên kirin û wiha got:”Wexta em çalakî û karên xwe dikin em dibêjin ‘Zimanê me rûmeta me ye’, ‘Zimanê me nasnasmeya me ye’. Lê belê divê gotin û pratîka me jî yek bin. Dema em zimanê xwe neparêzin û dema em xebatên xwe bi zimanê xwe nekin wê demê em ê rûmeta zimanê xwe çawa biparêzin ? Divê em di her karê xwe de zimanê xwe esas bigirin. Divê em zimanê xwe di her qadên jiyana xwe de bi cih bike da ku pêş de biçe. Kîja zarava be ferq nake. Divê em bi xwe di destpêkê de di nava xwe de zimanê xwe bike zimanê fermiyetê. Li cîhanê helbet her ziman bi nirx e. Tu zimanê bê nirx tune ye. Hemî ziman rind û xweş e. Zimanê me jî ji bo me kurdan şîrîn, rind û bi nirx e.” 
 
‘Bila hemû zimanên li cîhanê azad bibe’
 
Sûzan Vejan Tatli daxwaza azadiya hemû zimanên li cîhanê kir û wiha got:”Rêveberiya nû ya Enstituya Kurdî ya Amedê hat avakirin. Berê jî xebatên girîng kiribû. Di serdema nû de jî xebatên akademik ji bo zimanê Kurdî li enstutiyê wê bên kirin. Her wiha xebatên folklorê jî dîsa ji bo zimanê dayikê wê bên kirin. Di enstituyê de bi her zaravayên Kurdî xebat wê bên kirin. Ji aliyê Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibatê de pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hat destpêkirin. Ji pêvajoyê hêviya me ew e ku ji bo zimanê Kurdî di pratîkê de gav bên avêtin. Ji bo vê yekê jî em ê xebatên xwe hîn zêde bikin. Bi vê munasebetê em 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelên cîhanê pîroz dikin. Em hêvî dikin 21’ê Sibatê bibe wesîleya azadiya hemû zimanên cîhanê. Bila hemû zimanên li cîhanê azad bibe. ”