Platforma Tendirustiyê ya Amedê: Dorpêça Kobanê bi dawî bikin

  • 14:05 18 Sibat 2026
  • Rojane
AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî krîza insanî û xizmetên tenduristiyê ya Kobanê daxuyanî da û banga rakirina dorpêçê kir. 
 
Platforma Tenduristiyê ya Amedê, tekildarî krîza insanî û pêdiviyên tibî yên Kobanê li Odeya Bijîşkan a Amedê daxuyanî. Odeya Bijîşkan a Amedê, endamên SES’ê û gelek kedakrên tenduristiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak di civînê de axivî û ev tişt got: “Wek platform me bal kişandibû ser pirsgirêkên tenduristiyê. Du hevalên me yên tenduristvan tevî alîkariyên ku ji bo Kobanê hatin şandin re çûn. Ji ber dorpêçê xeteriyek mezin li wir heye. Divê tavilê dorpêç bê rakirin.”
 
Piştre daxuyanî hate dayîn. Metna daxuyaniyê ya Kurdî Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Mehmet Nur Ulus, a Tirkî jî ji aliyê Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehemet Veysî Ulgen ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nifûsa Kobanê ya 150 hezar bûye 600 hezar û ev tişt hate gotin: “Ji ber vê koçberiya zêde, şert û mercên jiyanê bi awayekî cidî xerab bûne. Hate diyarkirin ku li malên ku di şertên normal de tenê yek malbat lê dijiya, niha ji ber koçberiyê, 4–5 malbat bi hev re dijîn. Herwiha, çar dibistanên ku li bajêr hene, ji bo bicihkirina malbatên koçber hatine veqetandin.
 
Li dijî vê zêdebûna dramatîk a nifûsê, bingeha heyî ya xizmetên tenduristiyê bi tevahî kêm û xizmetên tenduristiyê li bajêr ber hilweşînê ye.”
 
Herwiha hate diyarkirin ku di saziyên tenduristiyê de derman kêm bûne û wiha hate gotin: “Navendên tenduristiyê yên ku li bajêr dixebitin, bi kêmbûna cidî ya derman û kelûpelên tibî re rû bi rû ne. Nexweşxaneyên sereke tenê dikarin bi hejmarek sînorkirî ya rewşên lezgîn re mijûl bibin, emeliyatên plankirî hatine rawestandin. Xizmetên radyolojî û laboratûwarê bi piranî neçalak bûne. Ji bo nexweşên diyalîzê, dermanên girîng gihîştine astekî krîtîk. Xizmetên şopandina zayîn û ducaniyan û di bin xetereya cidî de ne. Ji ber şertên dorpêçkirinê, sewqkirina nexweşan bo navendên tenduristiyê yên din dijwar bûye.”
 
Zarok nexweş dikevin
 
Di daxuyaniyên de bal hate kişandin ser pirsgirêkên tenduristiyê û ev tişt hate destnîşankirin: “Li gorî çavdêriyên li qadê, di nava zarokan de nexweşiya emelê giran, verişîn, enfeksiyonên hilmijînê, bronşît belav bûne. Ji ber şertên hewînê yên qelebalix, xetera belavbûna nexweşiyên têger ên wekî gurîbûn û nexweşiyên din zêde bûye. Nebûna ava paqij, xetera belavbûna nexweşiyên têger mezintir dike.”
 
Daxwaz
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mafê tenduristiyê mafekî gerdûnî ye û dorpêç mafê jiyan û tenduristiya sivîlan bin pê dike û ev daxwaz hatin rêzkirin: “ Divê tavilê ji bo derman û kelûpelên tibî derbasî Kobanê bibin korîdorên alîkariya mirovahî werin vekirin. Ji bo nexweşên kronîk, jinên ducanî, zarok û nexweşên ku hewcedariya destwerdana cerrahî ya lezgîn hene, mekanîzmayên ewle yên veguhestinê werin avakirin. Divê rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî û rêxistinên alîkariya mirovahî planên destwerdana lezgîn amade bikin û oksîjen û amûrên bingehîn ên jiyanê bi lez û bez j, bo herêmê bêne şandin.”
 
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “ Krîza ku li Kobanê rû dide ne tenê pirsgirêkek herêmî ye, ev di heman demê de pirsgirêkek mafên mirovî ya navneteweyî, exlaqê tibî û berpirsiyariya mirovahî ye. Em bang li hemû xebatkarên tenduristiyê, rêxistinên civaka demokratîk û raya giştî ya navneteweyî dikin ku hevgirtinê xurt bikin.
 
Em bang li saziyên têkildar ên hikûmeta Komara Tirkiyeyê jî dikin ku li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin, ji bo derbasbûna alîkariya mirovahî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê vekin. Parastina mafê jiyanê û mafê tenduristiyê, parastina nirxên mirovahiyê ye.”