Azîme Işik: Divê jin gotina xwe bibêje
- 09:06 18 Sibat 2026
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Azîme Işik da zanîn di vê pêvajoyê de divê jin di diyarkirina strajiyede rola pêşeng pêş bixe, polîtîkayê pêş bixîne û gotina xwe bêje. Azîme Işik der barê nîqaşên ku bi êrîşên li ser Rojava derketine holê jî wiha got: “Yek ji lingê esas yê komploya navneteweyî jî rêhevaltiya qels bû. Îro jî li gorî min qelsiya rêhevaltiyê heye. Divê ev bê temakirin, yanî sererastkirin.”
Di ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘Aştî û civaka Demokratîk’ ya 27’ê Sibatê de salek derbas dibe û ligel vê hewl hat dayîn ku li Rojava pêvajoyeke komploya duyemîn bikin dewrê. Li dijî êrîşên li ser Rojava li her çar parçeyê Kurdistan û cîhanê Kurd hatin gel hev û dengê xwe bilind kirin.
Ligel van geşedanan Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û fermandarê giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî, tevli 62’emîn Konferansa Ewlehiya Munîhê ya li Almanyayê pêk hat bûn. Tevlibûna konferansê mijara statuya fermî anî rojevê û hat diyarkirin ku hevdîtinê hatine kirin jî erênî derbas bûne.
Azîme Işik ya ku 26 salan girtî ma û piştre hat tahliyekirin, der barê mijarê de ji ajasan me re axivî.
‘Têkoşîna derve ji girtîgehan re dibe moral’
Azîme Işik der barê berxwedana jinan a li zindanê de axivî û da zanîn ku têkoşîna jinên girtî ji ya têkoşîna jinên derve qut nîne û got: “Berxwedana jinên girtî ji ji berxwdana jinên derve xwedî dibe. Ji ber têkoşîna derve, girtîgehan bandor dike û motîve dike. Dînamîkên cuda yên hundir jî hene. Zehmetiyên wê jî hene. Yanî di vî alî de jin li gund li dijî zext, îşkence, êrîşan xwe rêxistin dikin û têkoşîna hebûnê didin. Lê bêguman çavkaniya xwe ji derve digirin. Ji wir moral û motîvasyonê digirin.”
‘Rojava di alî têkoşîna jinan de tecrubeyek girîng e’
Azîme Işik balkişand ser pênasekirina ‘wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê’ û wiha nirxandina xwe kir: “ Gava Rojava di alî têkoşîna jinan a sedsala 21’ê de tecrubeyek girîng bû. Li her derê cîhanê jin tên çewisandin. Li welatên herî demokrat jin di qada aborî li malê rastî tundiyê û zextan tên. Zextên li ser jinan yên li Afganîstanê ji yên din qut nîne. Bi giştî pergala serdest ya mêr xwe li ser çewisandina jinê heyî dike. Li her qadê binpêkirin her diçe giran dibe. Li gorî erdnîgariyan reng û teşe diguhere. Cudahî hebin jî di esaê de li ser binpêkirina jinan xwe teşe dikin. Şoreşa Rojava di esasê de şoreşa Rojhilata Navîn-Mezopotamyayê bi şoreşa Rojhilta Navîn û cîhanê re kir yek. Dînamîka li Rojava derket holê ji têkoşîna jinan a Rojhilata Navîn re bû rol modela alternantîf. Dînamîkek girîng pêşkêş kir.”
‘Divê jin rola xwe ya pêşeng pêş bixînin’
Azîme Işik di berdewamiyê de li ser banga 27’ê Sibatê ya ‘Aştî û civaka demokratîk’ jî sekinî û wiha bi lêv kir: “Banga 27’ê Sibatê di alî pêvajoyê de girîng e. Gavên girîng hatin avêtin. Her çiqas ev gav yek alî bên avêtin jî rê li ber bandorên mezin vekir. Niha em di asta ku divê hewcedariyên bangê bên cih de ne. Em di asta rêxistinkirina vê de ne. Rolên girîng dikeve ser jinan. Jinan bi hêza çalakiyê ji destpêkê de xwedî li pêvajoyê derket. Lê divê di diyarkirina stratejiyê de pêşxistina polîtîkayê de rola pêşeng bê pêşxistin.”
‘Pirsgirêka statuyê heye’
Azîme Işik di berdewamiyê de wiha vegot: “Bi têkoşîna 50 salî nasnameya Kurd hatiye dîtin û qebûlkirin. Êdî kes hebûn tunebûna Kurdan nîqaş nake. Îro nasnameya kurd heye. Pirsgirêka netewbûn, statuyê heye. Di vî alî de ji bo statuya Rojava gavên tên avêtin girîng in. Konferansa Zîrveya Ewlehiya Munîhê di demek nêz de pêk hat. Naskirina statuyê yanî di alî fermîbûnê de civînek girîng bû. Peymana herî dawî ya li Rojava bi rejîma Sûriyeyê re hat îmzekirin di alî naskirin û statuyê de girîng bû. Piştî statuya li Başûr, statuya Rojava gavek girîng a ji bo rastiya Kurdistanê ye.”
‘Pêşketinên li Bakur her çar alî bandor dike’
Azîme Işik wiha dirêjî dayê: “Pêşketinên li Bakur her çar parçeyî bandor dike. Ji hev qut nînin. Rastiyek wisa heye. Bakur di alî her çar alî Kurdistanê de di nokteyek girîng de cih digire û di alî guherina dînamîkê de di nokteyeke ku qederê tayîn dike de ye.”
‘Kurdan bi berxwedanek topyekun bersiv dan’
Azîme Işik li ser komploya navneteweyî jî ev nirxandin kir: “Kurdan bi berxwedanek topyekun bersiv da komployê. Ev girîng bû. Dema ku îradeyek kolektîf, berxwedanek kolektî pêk bê Kurd dikarin pêşî her cureyê îmhayê bitire. Di her qada navneteweyî de dikare biryarên li ser Kurdan tên girtin biguherin. Xwedî vê îradeyê ye. Dema komployê de Kurdan bi berxwendake topyekun bersiv dan. Ev girîng bû. Di alî yekitiya Kurdan de ev girîn bû. Li dijî nirxên têkoşînê êrîşên cidî pêk hatin. Belê di vir de alî fêmkirin û yekbûna berxwedanê de kêmasî hebûn. Mînak dikaribû li dijî êrîşên li ser serokatiyê û êrîşên îdeolojîk bersivek zû bihata dayîn. Wê pêvajoyê dikaribû serokatiyê bixin navenda berxwedanê. Li gorî min yek ji lingê esas yê komploya navneteweyî rêhevlatiya qels bû. Li gorî min wê qelstiyê zemîna qelsiya îro jî afirand. Divê ev bê rastkirin û temamkirin. Li dijî paradîgma û têkoşîna me ya 50 salî êrîş hene. Divê em seroatkiyê biparêzin. Divê em xwedî li heqîqeta 50 salî derkevin.”







