Li Mûşê daxuyaniya ji bo Rojava: Qirkirinê li Kurdan ferz dikin

  • 12:42 2 Sibat 2026
  • Rojane
MÛŞ - Di daxuyaniya li Mûşê li dijî êrîşên li ser Rojava hate dayin de wiha hat gotin, "Li Rojava bi zîhniyeta HTŞ'ê qirkirin tê kirin. Tiştê ku divê em bikin ev e ku em hemû destkeftiyên xwe biparêzin û heta ku em li Rojava statuyê bi dest bixin têbikoşin."
 
Li Mûşê, bi sedan kes, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), bi munasebeta 1'ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re, li Meydana Bajarê Mûşê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Bi sedan kes beşdarî civîna çapemeniyê bûn û pankartên bi zimanên Kurdî û Tirkî yên wekî "Rojava ne tenê ax e, ew îdeolojiyek e, berxwedanek e" û "Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e, nayê teslîmkirin" bilind kirin. Gelek caran dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava rûmet e, rûmeta gelê Kurd e" û "Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e" hatin berzkirin. 
 
'Em ê heta ku mafên xwe bi dest bixin têbikoşin'
 
Keskin Bayindir diyar kir ku Kurd dê heta ku statuya xwe bi dest bixin têbikoşin û got, "Em kesên ku koletiyê li ser me ferz dikin qebûl nakin. Erka herî girîng a Tirkiyeyê ew e ku li Rojava rolek erênî bilîze. Heta niha hûn dijminane bûn, lê ji niha û pê ve rolek erênî bilîzin. Em ê heta ku mafên xwe bi dest bixin têbikoşin. Gelê Kurd 25 roj in li ser piyan e û em ê heta ku hemû mafên xwe bi dest bixin li ser piyan bimînin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.