'Bi guherînên qanûnî dê pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin'

  • 09:03 5 Mijdar 2025
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzer Zeynep Karayilan da zanîn ku divê di alî hiqûqî de bersiva gava ku Tevgera Azadiya Kurd avêtiye bê dayîn û wiha got: “Divê qanûn pêk bên, dest ji polîtîka înkar û îmhayê bê berdan, bi guherînên qanûnî û destura bingehîn pêşiya siyasete demokratîk bê vekirin, entegrasyon bikeve jiyanê.”
 
Tevgera Azadiya Kurd di esasa erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di 26’ê Cotmehê de li Qendîlê daxuyaniyeke dîrokî da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku di esasa biryên 12’yemîn Kongreya PKK’ê de hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne. Gava hat avêtin li Kurdistan, Tirkiye û her derê Tirkiyeyê deng da. Çavê gel li gavên şênber ên dewletê ne. 
 
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Zeynep Karayildan der barê gava ku hatiye avêtin û li hember vê gavê, di alî hiqûqî de gavên divê bên avêtin nirxandin kir.
 
Kurd li pey hev gavan davêjin
 
Zeynep Karayilan balkişand ser biryara vekişînê ya Tevgera Azadiya Kurd û wiha anî ziman: “Biryara ku hatiye dayîn di alî hiqûqî de hîna bersiva wê tunebe jî ev gav di alî bêpevçûnê de nîşaneya niyeteke baş e. Divê Tirkiye li gorî vê gavê bavêje. Di alî hiqûqa navneteweyî de jî ev wisa ye. Divê ev pevçûn li gorî rêbazên hiqûqî û mirovî bê hêsankirin. Piştî banga 27’ê Sibatê ya dîrokî PKK’ê li pey hev gav avêtin. Hîna jî davêje. Daxuyaniya 26’ê Cotmehê de hatiye dayîn jî gelek girîng e. Ev jî biryarbûn û israra PKK’ê ya di aştiyê de nîşan dide.”
 
‘Divê entegrasyon êdî bê nîqaşkirin’
 
Zeynep Karayilan got li dijî gavê hatine avêtin di bin sîwaneya meclîsê de komîsyonek hatiye avakirin û lê e komîsyon nehatiye asta ku tê tahayulkirin. Zeynep Karayilan got komîsyonê gelek alî guhdar kiriye û wiha anî ziman: “Lê muxatabê pêvajoyê birêz Ocalan hîna nehatiye guhdarkirin, bi vebûna sala nû re tiştek nehat pêşkêşkirin, pêvajo li demê hatiye belavkirin. Ji ber vê jî divê komîsyon li dijî gavên tên avêtin refleksê nîşan bide. Ji bo ewlehiya pêvajoya vekişandinê dikare biryar û qanûn bên derxistin. Dikare ewlehiya pêvajoyê bê girtin. Lê hîna polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê didomin. Divê pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin û entegrasyon bê nîqaşkirin.”
 
‘Birêz Ocalan berpirsyariyên cidî girt’
 
Zeynep Karayilan got tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di alî pêvajoya aştiyê ji bo pêşeroja demorkatîk astengiyek cidiye û wiha bi lêv kir: “Bi pêvajoyê re divê tecrîd bihat arakirin û şert û mercên ku Birêz Ocalan dikare piştgiriyê bide pêvajoyê bihata afirandin. Tevî tecrîda giran Birêz Ocalan berpirsyariyên cidî girtiye ser xwe û PKK’ê jî  bersiv daye vê berpirsyariyê.”
 
‘Mafê hêviyê nikare bibe mijara bazarê’
 
Zeynep Karayilan balkişand ser biryarên DMME’ê û got: “Biryarên DMME’yê pêk nayê. Ev bi tena serê xwe tê wateya binpêkirina qedexeya îşkenceyê. Muxatabê esas yên pêvajoyê Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Ev jî pêşî li xitimandin apêvajoyê vedike. Di biryarên kongreya PKK’ê de hat diyarkirin azadiya Birêz Ocalan şert e. Ji ber vê jî divê li hember van gavan ev pêk bê. Mafê hêviyê nikare bibe mijara bazarê. Tirkiye alîgirê Peymana Navnetewewyî ya Mafên Medenî û Siyasî ya NY’ê û Peymna Mafê Mirovan a Ewropayê ye. Avakirina Komîsyona Heqîqet û Edaletê bin berpirsyariya navneteweyî de ye jî. Ev komîsyon bi biryara meclîsê an jî bi qanûnek serbixwe dikare bê avakirin.”
 
Zeynep Karayilan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê aliyê hember bi gavên hiqûqî bersiv bide van gavan. Divê qanûn pêk bên, dest ji polîtîka înkar û îmhayê bê berdan, bi guherînên qanûnî û destur abingehîn pêşiya siyasete demokratîk bê vekirin, entegrasyon bikeve jiyanê.Em hiqûa demokratîk diparêzin. Rojeva me ya esas  Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, gavên li gorî hiqûqê yên divê bên avêtinê û guherînên bên kirinê ne. Ji bo avakirina civaka demokratîk divê zext bê kirin û bi hev re xebat bên meşandin. Divê di alî tevlibûna gel a pêvajoyê de jî xebat bên meşandin.”