'Em ê piştgiriyê bidin avakirina civakeke bê tundî'
- 09:02 5 Mijdar 2025
- Rojane
Buşra Turan
MÛŞ - Civaknas Kader Aran Mavîgoz, der barê tundiya li ser jinan a ku her diçe giran dibe de axivî û got: “Çareserî bi polîtîkayên perwerdekirinê dikare pêkan be. Heta newekheviya zayenda civakî ji holê neyê rakirin tundî jî nikare ji holê bê rakirin. Divê em jin hêzê ji hev bigirin, piştgiriyê bidin avakirina civakeke bê tundî.”
Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, girîngiya parastina cewherî ya li hemberî tundiyê carek din derdikeve holê. Her tim tê diyarkirin ku tundiya li ser jinê ne şexsiye, civakî, çandî û polîtîke û jin li dijî her cureyê tundiyê jiyana xwe diparêzin û ji bo edaletê têdikoşin.
Civaknas Kader Aran Mavîgoz di beşa dosya me ya bi 25 jinî berbi 25’ê Mijdarê ve ji ajansa me re axivî.
‘Tundiya li ser jinan birînek civakî ye’
Kader Aran Mavîgoz da zanîn ku tundiya li ser jinê pirsgirêkek civakiye û wiha anî ziman: “Çareserî tenê bi cezakirinê sînor nîne. Tundiya li ser jinan ne şexsiye, birînek civakî ye. Sedema tundiyê ji newekheviya zayenda civakî tê. Heta newekheviya zayendî ji holê neyê rakirin çareserî jî ne pêkane, tundî jî ji holê ranabe. Tenê cezakirin têr nake. Divê polîtîkayên perwerdekirinê bên derxistin. Di temenê biçûk de diyalogekek bê tundî, perwerdehiyeke empatiyê bê dayîn wê hinek be jî pêşî tundiyê bê girtin."
‘Rakirina Peymana Stenbolê dibe sedema tundiyê’
Kader Aran Mavîgoz balkişand ser kêmasiyên di pêkanîna qanûnên li dijî tundiyê û wiha dirêjî dayê: “Qanûn di alî teorîk te xurtin lê di alî pêkanînê de bi pirsgirêk in. Ji ber biryarên parastinê dema wê de nayên girtin û gumanbar nayên cezakirin, ji ber gavên xurt û têr nayên avêtin, mixabin pêşî li tundiyê nayê girtin. Rakirina Peymana Stenbolê û pêknehatina wê mixabin dibin sedema ku tundî jî ji holê ranabe.”
‘Dikare ji bo civakeke bê tundî piştgirî bê dayîn’
Kader Aran Mavîgoz di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya piştevaniya jinan û destnîşan kir ku divê jin di her qada jiyana civakî de çalak bin û wiha dirêjî dayê: “Bi STK, saziyên jinan, meclîsên taxan jin li van qadan hêzê ji hev digirin û piştgiriyê didin hev. Divê ev piştevanî bidome. Bi pêşengiya jinan avakirina civakekê ji empatî, aştî û diyalogê re xizmetê dike. Ev bi cihgirtina jinan ya di siyaset, aborî û hemû saziyan de pêkan e. Ev jî gavên ji bo civakeke azad pêkan dike. Em jin hêzê bidin hev em ê piştgiriyê bidin avakirina civakeke bê tundî.”







