Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstikên cur bi cûr vedike

  • 14:26 1 Cotmeh 2026
  • Çand û Huner

AMED - Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ragihand ku ew ê sibê perdeya xwe bi lîstika “Moraşîn” vekin. Şanoya Bajêr a Amedê bernameya şanoya xwe ya meha Cotmehê jî aşkere kir. Hezkiriyên şanoyê dê di tevahiya mehê de bikaribin lîstikên cûr bi cûr temaşe bikin.
 
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê di meha cotmehê de bi bernameyeke dewlemend re bi hezkiriyên şanoyê re bê cemhev. Di bernameya cotmehê ya şanoya şaredariyê de lîstokên bi navê Moraşîn, Keçelok, Xewna Şeveke Havînê, Hişê Min Tevlihev Bû û Romeo û Julîet cih digirin.
 
Demsal bi Moraşînê dest pê dike
 
Şanoya Bajêr a Şaredariyê dê perdeyên demsala şanoyê bi lîstika “Moraşîn” veke. Lîstik dê di 2 û 3yê Cotmehê de saet di 20:00an de derkeve pêşberî temaşevanan. Lîstika zarokan a bi navê “Keçelok” jî dê di 4ê Cotmehê de saet di 13:00an de bê nîşandan.
 
Di çarçoveya bernameya meha Cotmehê de lîstika “Xewna Şeveke Havînê”, dê di 9-10ê Cotmehê û 16-17ê Cotmehê de seat di 20:00an de derkeve pêşberî temaşevanan. Lîstika zarokan a bi navê “Hişê Min Tevlihev Bû” jî dê di 11 û 25ê Cotmehê de seat di 13:00an de were nîşandan. Lîstika Keçelokê jî di 18ê Cotmehê de seat di 13:00an de dê dîsa derkeve pêşberî temaşevanan.
 
Romeo û Julîet di nava lîstikên dawî yên mehê de ne
 
Lîstika bi navê “Romeo û Julîet” jî ku ji berhema klasîk a Shakespeare û ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariyê ve tê lîstin dê di 23-24 û 30-31ê Cotmehê de saet di 20:00an de li ser dikê be.
 
Bilet dê bi rêya Biletinialê bên girtin
 
Hemû lîstok dê li Salona M. Emîn Yalçinkaya û Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê derkeve pêşberî temaşevanan. Hezkiriyên şanoyê dikarin biletên lîstikan bi rêya Biletinialê peyda bikin.