Hevşaredar Viyan Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e 2024-06-29 20:24:28     STENBOL - Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe di mîtîna li Qada Kartalê de axivî û got: “Ger qeyûm şaredariya Colemêrgê bi rêve bibin û em jî temaşevan bin,li Stenbolê jî îradaya gel di bin xetereyê de ye. Qeyûm pirsgirêka hevpar a civakê ye.    Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî de bi destxist, bi dirûşma "Em ji bo ked û azadiya xwe rê nadin qeyûman" li Qada Kartal a Stenbolê mitîng pêk anî. Bi hezaran kes herikin qada mîtîngê û hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe axaftinek kir.   Vyanê bi Kurdî û Tirkî her kes silav kir. Viyanê da zanîn ku wê silava hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş yê qeyûm tayînê şûna wî hatiye kirin û gelê Colemêrgê aniye û got: “Têkoşîna gelê Kurd her tim di bin êrîşan de bû. Plana şark Islahat, Mufetîşên Umumî yên berê Walîtiyên OHAL’ê bûn. Îro jî qeyûm in. AKP-MHP 8 sale îradeya gel xesp dike. Ev sê deme qeyûman tayînê Colemêrgê dikin. Lê îro ya tune tê hesibandin îradeya Tirkiyeyê ye.”     ‘Em ê xwe jî û bajarê xwe jî birêve bibin’   Viyanê wiha berdewam kir: “Qeyûm darbeya siyasiye.  Bi DEM Partiyê re şaredarî bi feraseta azadixawz a jinê ekolojîk re hatin gel hev. Em ji ferasteke ku xwe û bajarên xwe bi rêve dibin ve tên. Ev feraset mastaeyê rantê dixîne. Ji ber vê jî dixwazin her tiştî bi qeyûman tune bikin. Qeyûm pirsgirêk hevpare. Di 3’ê hezîranê de qeyûm dîsa xistin dewrê. Em hevşaredarên Colemêrgê yên hatine hilbijartinê ne. Vê rastiyê tu hêz nikare biguhere. Qeyûm ne tenê pirsgirêka Colemêrgê ye. Ya hemû Tirkiyeyê ye. Ez her kesî bi vî wesîleyê silav dikim.  Hemû îradeya gel tune hesibandin. Lê em ê bi israr xwedî li mafên xwe derkevin. Xwedî derketina li Colemêrgê peywira her kesî ye. Ji Colemêrgê heta Stenbolê em ê xwedî lê derkevin. Em di vê mijarê de bi biryarin. Wê serkeftina me biser keve. Ez hemû  Hêzên Ked û Demokrasiyê silav dikim.”   Piştî axaftina Viyanê dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî serok Apo’ hatin berzkirin.