Mîtînga ‘Em ji bo ked û azadiya xwe rê nadin qeyûm’ dest pê kir 2024-06-29 17:31:26   STENBOL - Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê  li dijî tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê bi dirûşmeya ‘Em ji bo ked, azadiya we destur nedin qeyûm’ mîtîngê pêk tînin.    Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî de bi destxist, bi dirûşma "Em ji bo ked û azadiya xwe rê nadin qeyûman" li Qada Kartal a Stenbolê mîtîngê li dar dixe. Beriya mîtîngê girse li Rawestgeha Marmaray Başak hatin gel hev û bi kortejê dimeşin û diçin qadê.   Di kortejê de pankarteke mezin ya ‘ji 1925’an heta 1999’an me serî netewand em ê netewînin’ ku  baldikişand ser darvekirina Şêx Saîd ku 29’ê hezîrana 1925’an bi 46 hevalên xwe re hat darvekirin û  û biryara darvekirinêya di 29’ê hezîranê de li Abdullah Ocalan hatibû birîn hat vekirin.   Partiyên siyasî, sendîka, komele, sazî, deze û platform bi flamayên xwe di kortejê de cih girtin û dovîzên ‘bicehme qeyûm’ hildan û tîşortên ‘bicehme qeyûm’ lixwe kirin.   ‘Jin jiyan azadî'    Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘wê qeyûm biçe, em ê bimînin’, ‘em ê destur nedin qeyûm’, ‘ji xespkirinê re na’ , ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî berxwedana Colemêrgê hatin berz kirin.   'Bijî tekoşîna jinan'   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a  DEM Partiyê jî bi pankarta ‘Emê li dijî darbeya qeyûm têbikoşin’ meşiyan. Jinên erbana lêdan dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî têkoşîna jinan berzkirin.   Bi dirûşmeyan dikevin qadê   Di kortejê de berdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, parlamenerên DEM Partiyê û hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe li pêş cih girtin. Girse bi dirûşmeyan dikevin qadan.