Nobetên li dijî qeyûm didomin 2024-06-13 19:47:45   ÎZMÎR - Nobeta edeletê ya li dijî qeyûm ya li Îzmîrê di roja 8’emîn de berdewam kir.  Bi banga Meclîsa Jinan a Îzmîrê  rêxistinên jinan yên tevli nobetê bûn, nobet diyariyê Denîz Poyraz ya di 2021’ê de hatibû qetil kirin, kirin.   Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’ê hezîranê de hat binçavkirin û piştre qeyûm tayînê şûna wî hat kirin. Di doza ku jê dihat darizandin de 19 sal û 6 meh ceza li Mehmet Siddik hat birîn. Çalakiyên protestoyî yên li dijî bûyerê didomin. "Nobeda Edaletê" ya ku li Îzmîrê li dijî qeyûmê tayînî şaredariya Colemergê hat kirin ji aliyê partî û saziyan ve hatibû destpêkirin di roja xwe ya 8'emîn de dewam kir.  Dayikên Aştiyê, Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, Meclîsa Jinan a Komeleyên Elewiyan ya Demokratîk (DAD), Egîtîm Sen û gelek kes çûn serdana nobetê.   Bi banga Meclîsa Jinan a Îzmîrê  rêxistinên jinan yên tevli nobetê bûn, nobet diyariyê Denîz Poyraz ya di 2021’ê de hatibû qetil kirin, kirin.Berdevka Meclîsa Jinan  a DEM Partî ya Îzmîrê Aysel Onen xivî û da zanîn ku desthilatdariyê çav berdaye îradeya gel û got ew nobetê diyariyê hevalên xwe Denîz Poyraz û hemû jinên din yên hatine qetilkirin. Piştî axaftinan hunermendên Jinart Hunerê stran gotin.