Tulay Hatîmogullari: Bila qeyûm demildest dest ji peywirê berde 2024-06-13 19:26:28   COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari  diyar ki rk divê qeyûm demildest dest ji pewirê berdin û  got: “Ev di heman demê de darbeyek leşkeriye. Em şaredariyên xwe li her derê ji bo demokasî, mafê mirovan, pêşeroja welat, gelên Tirkiyeyê biparêzin.”   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di mîtînga li Colemêrgê ya li dijî tayînkirina qeyûman pêk hat axivî.   Tulayê da zanîn ku ji roja ewil de li dijî qeyûman têdikoşin û wiha got: “Em ji roja ewil de berxwe didin. Em li dijî qeyûman li dijî kesên ku îradeya me dizîne berxwe didin. Em li dijî dijhiqûqiya Enqereyê berxwe didin. Erdogan bixwe îtîraf kir. Got ev ne qanûniye. Got me hiqûqa xwe pêk aniye. Gelê me berxwe dide. Gel li dijî qeyûman xwedî li îradeya xwe derdikeve. Gel vê darbeya siyasî qebûl nake.”   ‘Em ê bersiva mezin bidin’   Tulayê her wiha daxuyakirin ku her tim bi êrîşa polîsan re tên rû hev û got: “Ev darbeyek siyasiye. Em vê qebûl nakin. Em şaredariyên xwe li her derê ji bo demokasî, mafê mirovan, pêşeroja welat, gelên Tirkiyeyê biparêzin.Em ê şaredariyên xwe bi gelê xwe re biparêzin. Em nav gelê xwe dene. Bijî wekheviya gelan bijî yekitiya gelan. Em ji bo kesên li dijî qeyûman têdikoşin spasiyên xwe dikin. Bila qeyûm demildest dest ji pewyirê berdin. Em ê bi piştevanî û berxwedanê biserkevin.”   ‘Têkoşîn wê bidome’   Hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî axivî û got divê têkoşîn bê bilindkirin û wiha anî ziman: “Berxwedan û têkoşîna me li Colemêrgê nîşan deye wê kesê ku qeyûma tayîn dike biguhere. Em  xwedî li îradeya xwe dernekevin em berxwe nedin wê  qeyûman bavêjin he rderê. Dijminahiyek wisa dikin wê roj bê wê bêjin jin nikarin ji malên xwe derkevin, ji 6 zeytunan zêdetir xwarin qedexeye. Emê li dijî vê pergalê li dijî vê zextê li her derê Tirkiyeyê bên gel hev.”   Mitîng bi axaftinan bidawî bû.