Colemêrg li ser piyane: Bi hezaran li dijî qeyûm di berxwedanê de ne 2024-06-13 14:41:18   COLEMÊRG - Di mîtînga kul i dijî tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê pêk hatiye, banga xwedî derketian li îradeya gel hat kirin. Partiyên cuda û rêxistinên civaka sivîl tevli mîtîngê bûn û jinan bi cil û bergên gelerî balk işandin. Kesên di mîtîngê de axivîn diyar kirin ku wê li dijî sextan serî netewînin û berxwe bidin.   Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tifaqa Ked û Azadiyê û pêkhateyên wê û Rêxistinên Sivîl ên Civakî li dijî desteserkirina vîna gelê Colemêrgê, bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” mîtîng pêk hat.   Jin bi cil û bergên gelerî tevli bûn   Li qadê pankartên “Em ê tecrîdê bişkînin em ê qeyûm bişînin”, “Ji qeyûm re na, ji xespê re na”, “Dest nede vîna min, şaredarî yên gel in”, “Ne qeyûm ne tecrîd, azadî ji bo gelê kurd” û “Qeyûm talan e, em rê nadin xesp ê” hatin daliqandin Jinan bi cil û bergên xwe yên gelerî bal kişandin.   Axaftinan destpê kir   Mîtîng bi rêzgirtinê dest pê kir û  Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe, Hevserokên DEM Partiyê yên Colemêrgê Humeyra Armût û Kadîr Şahîn, Endama MYK’a Halkevleriyê Sevînç Hocaogûllari, Endamê MYK’ê yê EMEP'ê Orhan Kûrûl, Endamê MYK’ê yê Partiya Şoreşger Enes Ûgûr Tekîn, Endamê MYK'ê yê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Hidir Yildirim, Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen, Berdevka Partiya Şoreşger a Sosyalîst (SODAP) û parlementera DEM Partiyê Kezîban Konûkçû, Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş axaftin kirin.   Hemû hevşaredarên DEM Partiyê, endamên meclîsên şaerdariyê û rêxistinên DEM partiyê tevli mîtîngê bûn.   ‘Wê gelê me berxwe bide’   Ewil Hevserokê DEM partî yê Colemêrgê Kadî Şahîn axaftina spasiyê kir. Piştre hevşaredara Colemêrgê  Viyan Tekçe axivî û hevşaredar Siddik Akkiş ku hat girtin û 19 sal ceza lê hat birîn û girtiyên din silav kir. Viyanê  da zanîn ku bi destê qeyûman li hember Kurdan hiqûqa dijminahiyê tê kirin û got ew li ser îradeya gel îradeyê nas nkin. Piştre peyama Mehmet Siddik Akiş yê ji girtîgehê şandibû hat xwendin.   Piştre nûnerên partiyan axaftinên Kurt kirin. Kesên di mîtîngê de axivîn wihane:   Endama MYK’a Malên Gel Sevînç Hocaogullari: Ev darben ne tenê li Colemêrgê li aştî û demokrasiyê hatiye xistin. Em kesên ku ev der veguhestine hevdîtina Tirkiyeyê silav dikin. Gelê Kurd pêşeroja xwe diyar kiriye û têdikoşe. Gelê Kurd siyaseta qeyûm bê bandor hiştiye Têkoşîna me wê bidome. Bijî yekitiya gelan.”   Nûnerê herêmî yê EMEP’ê Ergîn Tekîn: Me hilbijartinek jiya û desthilatdariyê hema  hewl da qeyûm tayînê Wanê bike. Lê li dijî berxwedanê şûnde gav avêt. Ya bikeve ser milê me berxwedane.    Endamê MYK Partiya Şoreşger Enes Ugurtekîn: Qeyûmên hatine tayînkirin mahkumê windakirinê ye.    Endamê MYK Partiya Karkerên Tirkiyeyê Firat Çoban: Li her derê welat dijhihiqûqî heye. Diz li derve ne yên welat diparêzin li hundirin. Em ê destur nedin ku hûn li Colemêrgê dîrokê binivîsin. Em ê we çalê dîrokê bikin.   Endama Federasyona Meclîsên Sosyalîst Evrîm Konak: Bi sedsalane mafên gelê Kurd tên xespkirin. Têkoşîna Kurdan sînor bezandiye. Îro jî bi qeyûman hewl didin îradeya gel xesp bikin. lê wê nkiaribin biserkevin.   Berdevka TOP’ê  Julîana Gozen: zilma wan neqedya, qeyûmên wan neqedyan. Lê em jî neqedyan. Em ê berxwe bidin. Parastina îradeya gel peywira her kesiye.   Parlamentera DEM Partiyê Kezîban Konukçu: Gelê Kurd dersa têkoşînê dide her kesî Emê bi yekitiya têkoşînê hesab ji diz û dagirkeran bipirsin.   Serokê giştî yê KKP’ê Sînan Cîftyurek: Destilatdarî îradeya gelê Kurd nas nake. Îradeya Enqereyê nas dike lê ya Colemêrg, Wan û Amedê nas nake. Şaredariyên me ji gel re vekiribû. Lê piştî qeyûman ji gel re girtin.