Sara Kaya: Divê gel bersiva pêwist bide qeyûm 2024-06-13 09:02:14     Oznur Deger   MÊRDÎN - Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya ku piştî qeyûm tayînê şaredariya Nisêbînê hatibû kirin û hatibû girtin, 7 sal û nîvan şûnde hatibû berdan. Sarayê polîtîkayên qeyûm nirxand û da zanîn ku tayînkirina qeyûman xespkirina îradeya gel e.   Di 21’ê Adara 2014’an de Partiya Demokratîk a Gelan li Nisêbînê ji sedî 85 deng girt û piştî hevşaredar hatin hilbijartin di 11’ê îlona 2016’an de qeyûm hat tayînikrin. Hevşaredar Sara Kaya di 13’ê Çileyê 2017’an de hat girtin û di 9’ê Gulanê de hat tahliyekirin. Sara ku 7 sal û nîvan girtî ma, 4’emîn dadgeha ceza giran a Mêrdînê  bi îdiaya endamtiya rêxistinê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dayê û tahliye kir.   Sara ku piştî girtina demdirêj hat berdan  ji nû ve hat Nisêbînê û polîtîkayên qeyûm nirxand.   ‘Projeyên me nîvco man’   Sarayê da zanîn ku ji bo ji bajarê jinan Nisêbînê re xizmetê bike bûye namzet û wê demê yekem car di rêveberiyên herêmî de pergala hevserokatiyê ketiye meriyetê û wiha got: “Nisêbîn cihekî pir ziman, pir çandî û rengîne. Min dixwest ji bajarê xwe re xizmetê bikim. Xeyalên min ji bo Nisêbînê hebûn. Beriya min Ayşe Gokkan şaredar bû.  Piştî wê jî şaredarek jin girîng bû.  Ji çêkirina rê wêdetir projeyên min yên ji bo jin û zarokan hebû. Mixabin ev projeyên min nîvco man."   ‘Xwedîderketina gel li ser piyan dihêle’   Sara ku di 9’ê Gulanê de hat berdan, balkişand ser girtîgehan û wiha got: “Girtîgeh li dijî xweza mirovahiyê ye. Mirov jiyanek îzole dimeşînin. Mirov bi salan di bin tecrîdê de dibînin. Lê xwedîderketina gel mirovan li ser piyan dihêle. Gelek tiştên ku mirov bikin heye lê mirov dîl girtine. Ev tiştekî girane. Bi polîtîka surgunê mirovan dişînin cihê dûr. Mirov ji malbatê û hezkiriyên xwe dur dikevin.”   ‘Têkoşîn li ser piyan dihêle’   Sarayê destnîşan kir ku sirgunî malbatan jî dide zorê û ev tişt bi lêv kir: “Mînak malbata min dema dihat cem min qezaya trafîkê derbas kirin. Ji bo dîtina malbatê ev tiştên tên jiyîn mirovan dide zorê. Lê her çiqas girtîgeh li dijî xweza mirovahiyê bin jî têkoşîna mafdar mirovan xurt dihêle.Gotinek ‘êşa mirovan nakuje mirovan xurt dike’ heye. Em tam di wê nokteyê de ne. Hevalên me yên li girtîgehan berxwe didin mînaka vê ne. Ev têkoşîna mafdar wê me mafdar derxîne.”   ‘Divê gel bersiva pêwist bide’   Sarayê polîtîkaya qeyûman jî nirxand û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di 2016’an polîtîya qeyûman derket pêşberî me. Dewlet bi tayînkirian qeyûman li dijî dijberê qanûnên xwe derket. Ev sê deme qeyûm tên dayînkirin. Wek her derê Tirkiyeyê li vir jî Kurd îradeya xwe hildibijêre. Lê çima tehemul nakin?Çima qeyûman tayînê şaredariyên gelê Kurddikin.Divê hemû gelê me li dijî polîtîkay qeyûman derkevin û xwedî li îradeya xwe derkevin. Divê vê qebûl nekin. Hebe sûcek wê dadgeh beriyarê bidin û meclîsa şaredariyê jî kom bibin û ji nû ve hevşardarê xwe hilbijêrin. Lê mixabin ev nayê kirin. Yekane armanc xespkirina îradeya gel e.Divê gelê me bersivê bide xespkirina îradeya gel û xwedî li şaredariyan derkeve.”