Li Bernê tayînkirina qeyûm hat protestokirin 2024-06-07 19:58:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Desteserkirina şaredariya Colemêrgê li paytexta Bern a Swîsre bi çalakiyeke hat protestokirin.   Desteserkirina şaredariya Colemêrgê li paytexta Bern a Swîsreyê bi çalakiyekê hat protestokirin. Girseya ku bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk (ADGB) bi dirûşmeya “Ji Gezî heta Kobanê, ji Kobanê heta Taksîmê, ji Taksîmê heta Colemêrgê faşîzma li Tirkiyeyê rawestînin” li Bahnnofplatzê li hev civiyan, desteserkirina vînê şermezar kir.   Li ser navê ADGB’ê Tuncay Yilmaz axivî û diyar kir ku ew ji bo silavkirina berxwedana ji Gezî heta Kobanê, ji Kobanê heta Taksîmê, ji Taksîmê heta Colemêrgê û şermezarkirina faşîzmê li  vir in. Tuncay got: “Li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ku di faşîzmê de israr dike, em jî di hilweşandinê de israr bikin.”   Li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Nejdet Atalay axivî û bal kişand ser Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê û desteserkirina vîna gel a li Colemêrgê.Nejdet wiha got: “Dewleta Tirk, faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze xwe bi desteserkirin û dozên reşkirinê nû bike û ser piyan bigire. Lê xeta me ya têkoşînê azadî, aştî û xwişk û biratî ye. Em ê li ser vê xetê têkoşîna xwe bidomînin.”   Pişre daxuyaniya çapemeniyê bi zimanê Almanî ya ADGB’ê hate xwendin. Di daxuyaniyê de polîtîkayên Tirkiyeyê ku di qadên leşkerî, siyasî, mirovî û ekolojîk de dimeşînê û tecrîda Îmraliyê hate teşhîrkirin û ev bang li raya giştî ya Swîsreyê hat kirin: “Divê gelê Swîsreyê piştgirî nede desthilatdariya zordest, nîjadperest û zayendperest a Tirkiyeyê. Em bang li hemû gelê Swîsreyê dikin ku ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê piştevaniya enternasyonalîst mezin bikin û dewleta Swîsreyê ji têkiliyên ku dîktatoriya Erdogan xurt bike dûr bisekine.”   Di dawiya çalakiyê de ji bo tevlîbûna çalakiya navendî ku ji bo piştevaniya berxwedana gelê Colemêrgê sibê di saet 14:00’an de li Zurîh Helvetîaplatzê bê lidarxistin bi dawî bû.