DEM Partî ji Geverê bang kir: Em ê belaya qeyûm def bikin 2024-06-07 11:32:46     COLEMÊRG - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li dijî tayînkirina qeyûm çû serdana esnafên Geverê û got: “Ji îro û şûnde divê tu kurdên xwedî bi wijdan û birûmet ji pêşiya avahiya AKP’ê re jî derbas nebe. Heqaretê li we dikin, zimanê we, îradeya we tune dihesibînin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê, parlamentera Wanê Pervîn Buldan û şandeya pê re li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, hevdîtinên xwe yên bi gel re didomînin. Şande, çû serdana Şaredariya Geverê û piştre jî esnafên navçeyê ziyaret kirin. Polîsan heta demekî hewl dan partiyiyan bi mertalên xwe asteng bikin. Partiyî piştre yek bi yek çûn serdana hemû esnafan. Eleqeyeke zêde ya esnafan ji bo partiyiyan hebû û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan.    Tuncer, di serdana esnafan de axivî û got ku xelkê Colemêrgê careke din nîşan daye ku qeyûm naxwaze û wiha domand: “Hikûmetê du serdeman qeyûm tayîn kir û gelê me qeyûm baş nas kirin. Xelkê Geverê bi xwe bû şahid bê ka qeyûm rê li ber texrîbateke çawa vekir.     Tevî hemû hîle û hilbijêrên qaçax jî xelkê Colemêrgê bi ser ket. Îktîdara AKP-MHP’ê ya têk çûyî îcar jî qeyûm tayîn kir. Em ê vê qebûl nekin. Gelê kurd, kedkar, karker, xizan û gelên me dê vê qebûl nekin. Ji Colemêrgê heta Edîrneyê her kesî bertek nîşan da û ev deng roj bi roj mezintir dibe. Qeyûm çareserî nîne. Qeyûm tunekirina hêviya aştiyê ye, hiqûqa dijminatiyê ye.    Em AKP’ê hişyar dikin; vê zîhniyeta xwe ya qeyûmparêz bi dawî bikin. Bi rastî jî heke hûn bixwazin pirsgirêkên vî welatî çareser bikin; îradeya gelê kurd diyar e û em ji bo axaftin û nîqaşan amade ne. Lê heke hûn di qeyûman de israr bikin, em ê rê nedin qeyûman. Ji ber ku hewldaneke neheq û derhiqûqî ye. Hûn ê li hemberî dengên dayikên me têk biçin û piştre li îradeya wan qeyûm tayîn bikin. Biborin lê em vê qebûl nakin. Heke hûn tayîn bikin em ê li hemberî wê li ber xwe bidin û wî qeyûmî tune bihesibînin. Di hilbijartina din de hûn ê nekarin bibin partiya tabelayê jî. Hûn ê ji îktîdarê bikevin.     Xelkê me di 31’ê Adarê de peyama xwe da. Got ku dixwazin pirsgirêkên xwe bi rêya guftûgo û muzakereyan çareser bike. Lê tevî vê heke hûn serî li zext û zordariyê bidin, wê demê gelê kurd dê li ser sindoqê bersivê bide we. Em çûn serdana Şaredariya Geverê. Qeyûm, li pey xwe texrîbateke mezin hiştiye. Tu kesên xwedî wijdan û yên birûmet vê texrîbatê qebûl nakin. Şaredariya Geverê bi dengekî rekor ji Tirkiyeyê re bûbû mînak û model. Lê qeyûm ew bi deynan re kir modêl. Deynê Şaredariya Geverê û yê şaredariyên bajarên mezin biqasî hev in. Dema li gorî nifûsê digirî dest, ji yên bajaran zêdetir e. Yên ku vê nelirêtî û bêusûltiyê nabînin, dibêjin ‘em ê qeyûman tayîn bikin.’ Şerm e, guneh e, hinek bi wijdan bin. Hûn nikarin zarokên vê xakê bi zor, zindan û qeyûman têk bibin. Gelê kurd jiyana birûmet û wekhev dixwaze. Li şûna vê daxwazê bibînin, qeyûm tayîn dikin. Ev xerabiyeke mezin e. Em ê li dijî vê xerabiyê bisekinin.     Dê piştevaniya me ya bi xelkê Gever û Colemêrgê re bidome. Em ê vê xespê qebûl nekin. Dibe ku li Geverê hinek welatiyên me dengên xwe dabin AKP’ê. Em ji wan re dibêjin hinek wijdan. Kîjan dîn û wijdan qeyûmê ku ev sê serdemên tên tayînkirin qebûl dikin? Ji îro û şûnde divê çi kurdên xwedî rûmet dengê xwe nedin AKP’ê, nebin endamên wê û ji pêşiya avahiya wan re jî derbas nebin. Heqaretê li we dikin, zimanê we tune dihesibînin û li îradeya we qeyûm tayîn dikin. Ji 7 salî heta 70’ê salî her kurdekî diavêjin zindanê. Îcar bêyî şerm bikin dibin AKP’î. Gelê kurd gelekî birûmet e. Divê destûrê nede vê wehşetê. Yên nayên gel me jî bila dengê xwe nedin AKP’ê. Divê rêxistinên AKP’ê yên Colemêrg û Geverê ji navenda xwe ya giştî re faksên protestoyê bişînin û ji vê xespê re bibêjin bes e. Qeyûm ne tenê li DEM Partiyê hatiye tayînkirin, her wiha li gelê kurd û gelên birûmet ên Tirkiyeyê hatiye tayînkirin. Em ê bi hev re vê belaya qeyûm def bikin. Em ê bi tu awayî rê nedin xespkirina îradeya xwe. Bila her kes bi vê baş bizane.    Em coşa we ya îro li vir hatiye nîşandan watedar dibînin. Ji kerma xwe piştevaniyê bidin xelkê Colemêrgê. Li dijî vê feraseta qeyûmperest divê hemû rêxistinên me yên bajar û navçeyan rabin ser pêyan. Heke em bibin yek, tu zalim û qeyûmparêz nikarin xwe li pêşiya me bigirin. Banga min li we ew e ku hûn bi şev û roj ji bo xwedîderketina li şaredariyên xwe hişyar bin. Ji bo zîhniyeta qeyûmperest êdî tu caran li vê xakê şîn nebe, ji kerema xwe xwedî li şaredarî û partiya xwe derkevin. Bawer bikin ku ji we mezintir nînin. Berxwedana we ji tank û topên wan gelek mezintir e. We bi salan li dijî vê pergala înkarger serî netewand û hûn natewînin jî.”    Piştî axaftina Tuncer Bakirhan girse dirûşma “Roj bê dê qeyûm hesabê bide gel" berz kirin.