Li girtiyan ferzkirina ‘derxistina pêlavan’ 2025-01-20 09:03:39     Elfazî Toral   STENBOL - Li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê binpêkirinên mafan didomin û piştî ferzkirina ‘lêgerîna dev’ niha jî ‘derxistina pêlavan’ tê ferzkirin. Parêzer çagla Leyla Kaya got girtî bi goreyan dertên hevdîtinê û anî ziman ku bi heyeta ku ava bikin wê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.   Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj giran dibin. Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoy a Stenbolê jî her tim binpêkirinan tên rojevê. Li girtîgehê ku ewil ‘lêgerîna dev’ hat ferzkirin niha jî ‘derxistina pêlavan’ tê ferzkirin.   Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD)  parêzer Çagla Leyla Kaya der barê mijarê de nirxandin kir.   Çagla Leyla Kaya da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Bakirkoyê her diçin zêde dibin û di bin navê lêgerînê de pêkanînên nû derdixin holê. Çagla Leyla Kaya wiha dirêjî dayê: “Tu aliyê hiqûqî yê pêkanînên tên ferzkirin tune ye. Pêkanîn kêfî ne. Em van ji îdareyê dipirsin dibêjin bi armanca ewlehiyê tên kirin. Lê em dizanin ev ne bi armanca ewlehiyê ye. Ev polîtîkayek cuda ye. Her roj pêkanînên cuda derdixin.”   ‘Li dijî rumeta mirovahiyê ye’   Çagla Leyla Kaya wiha domand: “Hefteyek berê girtî dema derdikevin hevdîtinê dibêjin ‘pêlavên xwe derxin’. Girtî  li ser vê dernakevin hevdîtinê. Ev pêkanîn li dijî rumeta mirovan e. Girtiyan bertek nîşanê vê dane û derneketine hevdîtinê. Piştî vê pêkanînê muwekîlên me bi goreyan hatin cem me.Berê bi terlikan dihatin niha bi goreyan tên. Îdareya girtîgehê vê ferz dike. Her ku ev zext zêde dibin girtî zêdetir dikevin bin zextan.”    Li hember rojnamegeran jî pêkanînên xerab   Çagla Leyla Kaya da zanîn ku rojnameger Gulîstan Dursun, nûçegîhana ETHA’yê Pinar Gayîp û nûçegîhana Rojnameya Mucadele Bîrlîgî Serpîl Unal di pêvajoya li girtîgeha Bakirkoyê mane de bi pêkanînên nebaş re hatine rû hev û rojnameger hem bi pêkanîna derxistina pêlavan û hem jî bi lêgerîna por re hatine rû hev. Çagla Leyla Kaya her wiha anî ziman ku rojnameger Pinar Gayî ji aliyê gardiyanan ve tundî lê hatiye kirin.   Wê serlêdana hiqûqî bê kirin   Çagla Leyla Kaya wiha dawî lê anî: “Em ê der barê van pêkanînên kêfî de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Ji bo ev pêkanîn nedomin em ê heyetekê dê ava bikin û biçin girtîgehê û li ser navê girtiyan serlêdanê bikin. Li hember girtiyan binpêkirinên cidî hene û her diçin zêdetir dibin. Em her roj bi pêkanînen nû dihesin. Girtî bi pereyê xwe nikarin ji kantînê hewcedariyên xwe bigirin. Mînak pedan naynin kantînan. Em behsa girtîgeheke ku hewcedariya pedên jinan jî nayne cih dikin.”