Nobeda li sînorê Qamişlo di roja 7'an de ye 2024-12-19 13:15:47   MÊRDÎN - Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û tevlîbûna bajarên derdorê didome.   Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê hatiye destpêkirin di roja 7’an de bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" didome.    Tevî beşdarên ji bajar û navçeyên derdorê, hunermendên bajarên derdorê jî piştgirî dan çalakiya nobedê. Hunermend bi lêdana erbane û sirûda "Herne Pêş" ketin qadê.