Li ber NY’ê bang kirin: Kobanê sembola nirxên gerdûniye 2024-12-18 19:44:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya Cenevreyê de ku ev 4 sal in didome, vê hefteyê rojev êrîşên dewleta Tirk û çeteyan bû. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku Kobanê sembola mezinbûna nirxên gerdûnî ye û banga 'yekîtî'yê li partiyên Kurdan hate kirin.   Kurdistanî, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 25'ê Çileya 2021'ê heta niha her roja çarşemê li qada Nationê ya li pêş avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê çalakiya rûniştinê pêk tînin.  Liser navê Komîteya Çalakiyan a Cenevreyê Ramazan Kizilkûrt axaftinek kir û berxwedana li Rojava didome silav kir.   Ramazan Kizilkûrt bi bîr xist ku ew her hefte li pêşiya NY'ê banga rawestandina tecrîdê dikin û bêdengiya NY'ê ya li hember êrîşên dewleta Tirk û çeteyên SMO'yê yên li ser Rojava şermezar kir. Ramazan Kizilkûrt di dawiya axaftina xwe de banga "Guh bidin dengê gel, bibin yek" li hemû partiyên siyasî û saziyên li her çar parçeyê Kurdistanê kir.   Li ser navê komîteya çalakiya " Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya Demokratîk" Veysel Kûşkanadi daxuyanî xwend.   Veysel Kuşkanadi diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kiriye û dewleta Tirk jî vê yekê wekî derfetekê dibîne û êrîşên li ser qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Veysel Kuşkanadi wiha dewam kir: "Ruhê berxwedanê yê Kobanê, dê gelên herêmê û cîhanê ji gefên DAÎŞ’ê û hevalbendên wê biparêze. Kobanê sembola mezinbûna nirxên gerdûnî ye û di heman demê de ji bo mirovahiyê di avakirina cîhaneke demokratîk de roleke giring lîstiye. Rêber Apo, tevî ku ev 26 sal e di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye jî, Ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn hewla aşîtiyeke birûmet dide; ji bo gelên li Rojhilata Navîn tekane çareserî aşîtiya mayînde ye.  Navnîşana aşîtiyê Îmrali ye. Roja ku paradîgmaya Rêber Apo ket meriyetê, wê rojê dê li Rojhilata Navîn aşîtiya mayînde pêk were."