Jinên Wanê: Cihê çareseriyê Îmrali ye 2024-10-22 09:03:52     WAN - Jinên Wanê der barê polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivîn û gotin, “Em wisa difikirin ku divê êdî hikûmeta AKP û MHP’ê ji bo aştiyê gavekê biavêje û ev gava aştiyê bi Birêz Abdullah Ocalan re bê avêtin. Em şer naxwazin, êdî bila xwîn neyê rijandin. Bila hemû dayik bibin yek  û aştiyê bixwazin.   Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 43 meh in didome. Serlêdanên parêzer û malbatan ên ji bo hevdîtinê tên kirin bi hinceta cezayên dîsîplînê tên redkirin û bi telefonê jî destûr nayê dayîn ku hevdîtin bê kirin. Pergala tecrîdê ya ku tenê bi Îmraliyê re jî sînordar nemaye, li hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê belav dibe.   Jinên Wanê diyar kirin ku ji bo aştî pêk were divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de were rakirin û azadiya fîzîkî ya rêber Apo bê misogerkirin.   'Em dixwazin tecrîd bê rakirin'   Şadiye Akdil, diyar kir ku bi salan e li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan polîtîkaya tecrîdê tê meşandin û got, ew dixwazin dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibihîzin. Şadiye got, “Ev demeke dirêj e ne parêzer û ne jî malbata wî bi Rêber Apo re di nava têkiliyê de ne. Weke raya giştî ev demeke dirêj e me tu agahî jê negirtiye. Ez wek dayikek jî bang dikim; Em dixwazin ji Îmraliyê agahiyekê bigirin. Em dixwazin malbat û parêzer hevdîtinê bi Rêber Apo re pêk bîn.  Tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye û em dixwazin ku ev tecrîd demildest bê bidawîkirin.    'Werin em dest bidin hev û aştiyê bixwazin'   Şadiye diyar kir ku mafê girtiyên nexweş û yên nayên dermankirin heye lê nayê dayîn û xwest girtiyên nexweş di zûtirîn demê de bên berdan. Şadiye got, “Em dayik êdî naxwazin xemgîn bibin. Çi kurd,  Çi tirk çi  erebreb, ji bo me ferq nake, em mirinê naxwazin. Em jiyanek di nava yekîtî û aştiyê de dixwazin. Em şer naxwazin û naxwazin xwîn bê rijandin.  Hemû dayik werin em bibin yek, destê xwe bidin hev û aştiyê bixwazin."   'Divê bi Birêz Abdullah Ocalan re gava ji bo aştiyê bê avêtin'   Ceyda Dîndar diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê jî di serî de li hemû girtîgehan polîtîkayên tecrîdê tên meşandin û diyar kir ku bi tecrîdê re li Tirkiye û Kurdistanê krîz jî girantir bûye. Ceyda got, “Em dizanin ku Tirkiye bi rakirina tecrîda li Îmraliyê dikare ji krîza ku nikare ji holê rabike derbas bike. Em dizanin ku piştî nîqaşa bi Rêbertiyê re wê çareserî pêk were. Em diyar dikin ku divê tecrîda demdirêj bi dawî bibe û gelê Kurd êdî dengê Rêberê xwe bibihîze. Yekane rêya çareseriyê Îmrali ye. Em dibên ku divê êdî hikûmeta AKP û MHP’ê gava ji bo  aştiyê biavêje û ev gava aştiyê bi Birêz Abdullah Ocalan re bê avêtin."