Di daxuyaniya Hefteya Mafên Miorvan de bal kişandin ser tecrîdê 2024-12-07 15:40:20     WAN - Di daxuyaniya hevpar a 7 saziyan a bi boneya Hefteya Mafên Mirovan de, bal hat kişandin ser binpêkirinên mafan û tecrîda li ser girtiyên bi taybet li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye.    Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yên Wanê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê, Baroya Wanê, Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Lijneya Koordînasyona Bajar a Yekitiya Odeyên Endezyaran (TMMOB) û Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê starta çalakiyan a bi boneya Hefteya Mafên Mirovan dan.    Daxuyanî, li Kolana Hunerê hate dayin. Koordînatorê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Necdet Ceyhan diyar kir ku li Tirkiyeyê krîzên piralî hene û her çend hatibe gotin ku OHAL hatiye rakirin jî ji 2016’an ve welêt bi rejîma OHAL’ê tê birêvebirin.  Necdet Ceyhan, anî ziman ku ji ber ku di pirsgirêka kurd de şer tê tercîhkirin, di sala 2024’an de gelek binpêkirin hatine jiyîn. Necdet Ceyhan, anî ziman ku binpêkirinên mafên mirovan û pirsgirêka demokrasiyê ya li Tirkiyeyê roj bi roj mezintir dibe û wiha got: “Heta pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin dê krîzên piralî yên Tirkiyeyê neyên çareserkirin.”    Di berdewama axaftina xwe de Necdet Ceyhan tayînkirina qeyûman bi bîr xist û got ku bi vê yekê re mafên azadiya xweîfadekirinê, mafên bijartin û hilbijartinê hatine binpêkirin.  Necdet Ceyhan, diyar kir ku weke 7 saziyên di qada parastina mafan de dixebitin, Hefteya Mafên Mirovan a îsal diyarî xelkê Miksê dikin ku hevşaredarên wan ji peywirê hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hate tayînkirin.    Rewşa girtîgehan û girtiyên nexweş   Bi domdarî Necdet Ceyhan bal kişand ser rewşa girtîgehan û girtiyên nexweş û anî ziman ku di serî de mafê jiyanê, hemû mafên girtiyan tên binpêkirin, girtîgeh veuherîne îşkencexaneyan, rewşa girtiyên nexweş wijdana civakê diêşîne û xwest ku hemû girtiyên nexweş bên berdan. Necdet Ceyhan, got ku divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tavilê bên rakirin û ji bo tecrîda li Îmraliyê jî ev tişt anî ziman: “Tevî bi hezaran serlêdanên parêzeran jî ev 45 meh in nahêlin Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hiştin û hiqûqeke keyfî li wir di meriyetê de ye.”    ‘Bi rojeva re diyalogê pêş bixin’    Herî dawî jî  Necdet Ceyhan bal kişand ser polîtîkayên şer ên li dijî gelê kurd û anî ziman ku divê Tirkiye pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bike, li şûna şer rêbaza muzakereyan biceribîne, li dijî kurdên li Rojava têkiliyên baş pêş bixe û ne dijminatiyê lê bi Rojava re diyalogê pêş bixe.