2024: Dengê berxwedanê parzemîn derbas kirin (10) 2024-12-29 09:02:43   Di bin siya çapemeniya alîgir de 2024   Nazlican Nujîn Yildiz   NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemenî bi navek din hêza çaremîn. Di modela dewletê ya  xwe dispêre rêgeza hêzan; Saziyên zagonsaz, rêvebirin û û dadwerî weke sê hêzên ku pêkhateya “dewleta demokratîk” diparêzin têne zanîn. Bi pêşketina teknolojiyê re em hatine asta çapemeniya nû. Çapmenî îro em dikarin bêjin ku bûye hêza yekemîn.   Hêz û bandora çapemeniyê rastiyek tê zanînê ye. Noam Chomsky dibêje ku çapemenî diguherîne, biryar dide û nirx diafirîne. Yanî di hilberandin û domandina desthilatdariyê de xwedî pareke mezin e. Ev yek me digihîne erdnîgariya ku em lê dijîn û danûstandina hikûmeta heyî bi medyaya xwe re   Di dawiya salê de em li berhemên ku desthilatdariyê û çapemeniya wê afirandine binêrin.   Saleke bi tecrîd û înkarê hatiye destpêkirin   Li Tirkiyeyê yek ji sedema krîzên tên jiyîn tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Di 2024’an de rojeva Kurdan sîda tecrîd bû. Tecrîd hîna didome. Çapemeniya alîgir tecrîd nedît, înkar kir û tune hesibandin.    Berxwedana jinan nehat dîtin   Wek her sal jinan îsal jî 8’ê Adarê de berxwedanek mezin nîşan dan lê çapemeniya alîgir di nûçeyên xwe de berxwedan nedît, daxwazên jinan nebihistin. Em li hinek nûçeyan dinêrin. Yenî Asir di nûçeyek xwe de ‘Peymanên Roja Jinan 2024! 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyamên Whatsapp, Instagram û Facebook û gotinên wan..” Di berdewamiya nûçeyê de behsa mînakên peyamên ji bo jinan tên şandin tê kirin. Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ ya bi hezaran jinî li kolanan berz kir ji bo wan nirxa nûçeyê nebû.   Desthilatdariyê peywira hilbijartinê da çapemeniyê   Yek ji mijara girtîn a salê hilbijartinên 2024’an bûn. Çapemeniya ku peywira wan a esas agahdarkirina gel bû, tenê propanganda desthilatdariyê kir. Ligel vê jî DEM Partî hedef girt.   CNN Turk, NTV, Haberturk, AHaber û yên din di bernameyan de bêyî DEM Partiyê DEM Partî nîqaş kir.   Dikarin dengê Newrozê qût bikin?   Newroza îsal pir xurt derbas bû. Çapemeniya alîgir daxwazên Newrozê de derketin pêş nedît, tenê cih da girtin û binçavkirinên di Newrozê de pêk hatine.    Çapemeniya ku dema hilbijartinê de peywira xwe bê navber meşand, piştî hilbijartinê jî peywira ji desthilatdariyê girt domand.  Bi qeyûman îradeya gel hat xespkirin. Desthilatdariyê ku têkçûn qebûl nekir mafê memnu yê hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan ji dest girt. Lİ ser vê gel daket kolanan û berxwe da.   Çapemeniya ku berxwedan û daxwazên gel nedît, ji gel re got Vandal. Lê ya biser ket dîsa bexwedana rewa ya gel bû.   ‘Bila piştgiriyek me ji bo tayînkirina qeyûman hebe’   Piştre qeyûm tayînê Colemêrgê kirin. Kes hedef girtin û nefreta xwe vereşiyan. Çapemeniya alîgir tayînkirina qeyûm bi dilxweşiyek mezin anî ziman şaredariyên DEM  Partiyê hedef girtin.Çapemeniya alîgir xuyaye ku dibêjin bila piştgiriyek me ji bo tayînkirina qeyûman hebe.   Çalakiya Dayikên Şemiyê di gulana 2024’an de ket hefteya 1000’î. Çalakiya Dayikên Şemiyê her hefte dihat astengkirin. Piştî 300 hefteyî şûnde di hefteya 1000’î de dayik li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Çapemeniya alîgir ya ev têkoşîna bi salane didome nedît, hewce dît ku hefteya 1000’î bike nûçe.   Li Amedê şewat...     Di hezîrana 2024’an de li Mêrdîn û Amedê şewat derket. Gelek kesî jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes  birîndar bûn. Gelek sewal telef bûn. Dereng mudaxalekirina şewatê di nûçeyan de cih negirt.    Hedef girtina sewalên li kolanan   Her wiha îsal sewalên kolanê ji aliyê desthilatdariyê ve hedef hatin girtin û çapemeniyê jî hevkariya vê sererastkirina qanûna qetilkirinê kir.   Hewl dan dirûşmeyên bêdeng bikin   Di 2024’an de newekhevî û nefret ali hember Kurdan zêde bû. Vê carê dawet û stranên di dawetan de dihatin gotin hedef hatin girtin. Dirûşmeyê dihatin berzkirin hedef girtin. Yên stranên Kurdî gotin hedef hatin girtin, hatin binçavkirin û girtin. Di dîrokên cuda de li bjarên cuda di dawetan de 30 kes hatin girtin.   Li Silemanî rojnameger hedef hatin girtin   Tirkiye bi êrîşên xwe sivîl, jin, rojnamegeran hedef digirin. 23’yê Tebaxê de li bajarê Silêmaniyê ya Başurê Kurdistanê wesayîtek hedef hat girtin û xebatkarên çapemeniyê Gulîstan Tara û Hêro Bahddîn hatin qetilkirin.   Doza Narîn Guran   Di 2024’an de qetilkirina Narîn Guran, polîtîka destilatdariyê ya zarokan raxist ber çavan.Narîn Guran hat windakirin û 18 roj şûnde cesedê wê hat dîtin. Çapemeniya alîgir ku di mijara manîpulekirina nûçeyên qetilkirina jin û zarokan de gelek serkeftiye, ji bo bala gel bikşîne aliyekî din rastî bi magazînê reş kir.   Rojîn Kabaşî, mirinên bi guman yên jinan   27’ê îlonê de xwendekara zanîngeha Wanê Rojîn Kabaîş winda bû û heta 10’ê cotmehê der barê Rojînê de tu dîmen bi çapemeniyê re nehat parvekirin. 10’ê cotmehê de laçika Rojînê li peravê hat dîtin. Çend saet beriya laçika Rojînê bê dîtin hinek dîmen hatin parvekirin. Bi israr gotin Rojînê întîxar kiriye. Lê wek tê zanîn li vî welatî mirinên bi guman yên jinan hene, tundiya mêr heye. Gumanbar bi destê çapemenî û darazê hatin veşartin.    316 jin hatin qetilkirin   Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me di 10 mehên salê de 316 jin hatin qetilkirin 170 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan.   ‘Tecrîd didome’   Berbi dawiya salê bêguman geşedanek girîng ya hat jiyîn peyama 43 meh şûnde peyam ji Rêberê PKK’ê Abdullah hat. Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya 22’yê cotmehê de got: "Tecrîda serokê terorê bê rakirin bila bê civîna DEM Partiyê ya TBMM’ê de biaxive. Bila bêje teror qediyaye û rêxistin hatiye feskirin. Bila pêşiya mafê hêviyê jî heta dawî bê vekirin". Piştî vê daxuyaniyê jî îtîrafa tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat kirin. Omer Ocalan 23’yê cotmehê de bi Rêberê PKK’ê re hevdîtin û piştî hevdîtinên gotinên Abdullah Ocalan yên ‘tecrîd didome’ balkişand.   Çav berda destkeftiyên Gelê Kurd Çapemeniya alîgir ku di mijara feraseta nûçeyên etîk de têk çû, di pêvajoya daweî de di êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî  bû rehberê desthilatdariya ku çav berdaye destkeftiyên Gelê Kurd.   Ger çapemeniya azad nebûna…   Dema ku em ber bi dawiya salek din ve diçin, bi kêmanî me dît ku lêgerîna çapemeniya alîgir li nûçe û zimanê nûçeyan wê çi encam bide. Li dijî çapemeniya alîgir ya heqîqet winda kiriye çapemeniya azad heye. Em ê rêxistinkirina heqîqetê bidomînin.