Rapora otopsiyê ya Rojînê du rojan li dozgeriya hatiye sekinandin 2024-11-15 09:47:48   Oznur Deger-Memîhan Zeydan   WAN - Seroka Komaleya Jinê ya Starê Zeynep Demîr, diyar kir ku rapora otopsiyê ya Rojîn Kabaîş a ku ji parêzeran re hat eşkerekirin, 2 rojan li Serdozgeriya Komarê ya Wanê hat sekinandin û wiha got: "Di raporê de bi zelalî tê gotin ku sedema mirinê 'xeniqîna di avê de' bû. Lêbelê, ne diyar e ku xeniqandin bi çi awayî pêk tê. Derbarê dem û roja mirinê de ti biryareke berbiçav nîne. Her wiha tê gotin ku di laş de gelek rizîbûn çêdibe. Tu tespîtkirina îstîsmarê tune."   Xwendekara pola yekem a Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê  (YYU) Rojîn Kabaîş a 21 salî ya di 27'ê Îlonê de winda bûbû, di 15'ê Cotmehê de 20 kilometre dûrî kampusa ku lê winda bûbû li perava Mollakasimê cenazeyê wê hat dîtin. Piştî otopsiya ewil li Saziya Tiba Edlî ya Wanê (ATK) hat kirin, nêzî 100 nimûne ji laşê wê hatin girtin û şandin ATK'a Stenbolê. Hate hînbûn ku cesedê Rojîn Kabaîş a ku rapora otopsiyê ya ewil bi malbat û parêzerên wê re nehat parvekirin, xera bûye û li stû û pişta wê birîn hatine dîtin. Nêzîkî mehekê şûnde di rapora otopsiyê ya ATK'ê ya Stenbolê de hat tespîtkirin ku Rojîn Kabaîş "di nav avê de xeniqiye" û jiyana xwe ji dest daye, lê hûrguliyên derbarê mirina wê de, di raporê de cih negirtin. Rapora otopsiyê ya ku berê bi medyaya alîgir hat parvekirin şûnde dan parêzeran 2 rojan li Serdozgeriya Komarê ya Wanê hat sekinandin.    Endama Navenda Mafên Jinan a Wanê û Seroka Komeleya Jinan a Starê parêzer Zeynep Demîr ku ji roja windakirina Rojîn Kabaîş pêvajo û dosyayê dişopîne, der barê pêvajoyê de nirxandin kir.   Dozger 2 rojan rapora ATK'ê veşart   Zeynep Demîr, anî ziman ku ji destpêkê ve bi Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Baroya Wanê, Komeleya Jinan a Star û saziyên sivîl re dosyaya Rojîn Kabaîş dişopînin û destnîşan kir ku dozger bi israr hewl daye ew li dijî dozê bimînin. Zeynep Demîr, da zanîn ku bi nedayîna rapora otopsiyê ya destpêkê re, bi îdiayên cuda di çapemeniyê de hewl didin feraseta "întîxarê" biafirînin û got, "Weke dewama wê pêvajoyê,  ewil rapora otopsiyê nehat dayîn, lê bi daxwaza me, bi me re parve kirin. Piştî hevdîtina me ya bi Serdozgeriya Komarê re, em dibînin ku ev 2 roj in rapora ATK'ê di destê wan de ye û tevî ku em timî li ber deriyê dozgeriyê li edliyeyê li bendê bûn jî ev agahî qet nedan me."    Şîfreya têlefonê hîn jî nehatiye şikandin!   Zeynep Demîr, anî ziman ku ev rewş nîşaneya ne şefafiya pêvajoyê ne û wiha got: "Çima rapora ATK'ê ji parêzeran hat veşartin? Zeynep Demîr, anî ziman ku her çend dosya ji nêz ve şopandin û bi dozger re di nava têkiliyan de bûn jî, hînbûna rapora ATK'ê ya ji aliyê çapemeniya serdest bû sedem ku dosya bi guman were dîtin û got, "Ev jî dide xuyakirin ku pêvajoyeke lêpirsînê ya bi bandor nehatiye kirin. Di heman demê de rewşa telefonê ya ku nehatiye lêkolînkirin, şîfreya wê nehatiye şikandin û ev 45 roj in ji aliyê pispor ve nehatiye lêkolînkirin heye. Telefon yek ji delîlên herî girîng e. Ji ber ku gelek tişt bi delîlên li wir dihatin ronîkirin. Dibe ku rastiya madî derkeve holê. Di vê wateyê de her çendî divê raya giştî bê agahdarkirin û em jî bên agahdarkirin jî, bi gotina 'şîfre zehmet e' bi tu awayî telefon nehat vekirin. Çiqas zehmet be jî nayê qebûlkirin ku di nava 45 rojan de şîfreya telefonekê neyê şikandin. Di hevdîtina me ya bi Serdozgerê Komarê re hat ragihandin ku hîn şîfreya telefonê nehatiye şikandin."   'Xwestin têgihiştina întixarê xurt bikin'   Zeynep Demîr diyar kir ku ji destpêkê ve hewl tê dayîn dosya li ser feraseta întîxarê bê kirin û lêgerîn li hin cihan pêk hatin û got, “Tevî ku me bi israr xwest ku lêgerîn tenê li golê nemîne û divê were berfirehkirin, bi qasî ku em di dosyayê de dibînin, tenê karekî bisînor hatiye kirin. Hewl hat dayîn ku feraseta xwekujiyê bê afirandin. Li ser vê yekê me ji ber binpêkirina nepenîtiyê serlêdana sûc kir. Armanca parvekirina îdiayên cuda, agahiyên ku hiqûqnas jî tune ne, li ser medyaya civakî xurtkirina feraseta xwekujiyê ye. Me serlêdana sûc kiriye û em ê dosyayê bişopînin."   'Di bedenê de gelek rizîbûn heye'   Zeynep Demîr, da zanîn ku piştî rapora otopsiyê ya ji ATK'a Stenbolê hat wergirtin ji bo raya giştî agahdar bikin civîneke çapemeniyê li dar xistin û wiha got: “Rapor dê ji aliyê me ve bi berfirehî bê lêkolînkirin. Di encama lêkolîna me de, di raporê de bi zelalî tê gotin ku sedema mirinê 'xeniqîn' bûye. Lê belê ne diyar e ku xeniqîna bi çi awayî ji aliyê kesekî din ve yan jî bi qezayê ve hatiye kirin. Tenê tespîtek heye ku sedema mirinê 'xeniqîn' bû. Ji xeynî vê, ti biryareke din a şênber nîne. Di raporê de der barê dem û dîroka mirinê de ti biryareke berbiçav nîne. Em dibînin ku biryareke şênber a 'êrîş heye' yan jî 'tine' nîne. Her wiha tê gotin ku di laş de gelek rizîbûn çêdibe. Em dibînin ku bi vî awayî gelek tespît nayên kirin. Tu tespîtkirina îstîsmarê tune ye."