'Em dest ji warê xwe bernadin' 2024-09-19 09:05:15     Mîdye Miqted   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku bi darê zorê koçber bûn û li dijî êrişan berxwedana wan dewam dikin wiha gotin:" Çi dibe bila bibe em dest ji axa xwe û warê xwe bernadin û bi carekê em li dijî dijmin teslîmkariyê napejirînin. Divê saziyên navdewletî ku banga parastina mafê mirovan dikin xwedî li erka xwe derkevin û ji bêdengiyê xwe rizgar bikin."   Êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li Şehbayê li tevahiya Rojavayê Kurdistanê bi dijwarî dewam dikin. Bi van êrişana jin û zarok dibin hedef. Li dijî van êrişana jî tevî şertên zor berxwedana welatiyên li Şehbayê dewam dike. Jinên Efrînî têkildarî êrişan û têkoşîna li dijî êrişan nêrînên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Ew dixwazin bi van êrîşan me ji Şehbayê koçber bikin lê bila bizanibin derketina me ya ji Şehbayê wê ber bi Efrînê be."    'Jin, zarok dibin qurbaniya van êrişên hov'   Emîne Silêman a Efrînî diyar kir ku êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser tevahiya Rojavayê Kurdistanê dewam dike lê belê têkoşîna wan jî dewam dike û wiha got:"Ev 7 sal in ku em koçber bûne. Gelek êriş bi ser me de tên kirin. Jin, zarok dibin qurbaniya van êrişên hov. Lewma em dikarin bêjin ku tiştê ku em li vir dijîn ji dema ku me li Efrînê di dema şer de dijiya, ne qut e."   'Dewleta tirk dixwaze em Şehbayê vala bikin'   Emîneyê bi lêv kir ku hêviya welatiyên Efrînê ew e ku vegerin ser axa xwe û wiha pê de çû:"Li kantona Şehbayê derfetên jiyanê gelek kêm in, astengî û zehmetî li pêş e lê berxwedana bi rûmet û mezin ji dewleta tirk re dibe metirsiyek.Lewma her ku diçe êrîş bi ser me de tê berdewamkirin. Dewleta tirk daxwaz dike ku îro gelê li vir li ber xwe didin, carek din berê xwe ber bi deriyên koçberiyê ve bibin. Dewleta tirk bi êrişên xwe dixwaze, kantona Şehbayê ya ku me bi xwîna xwe, ji destê terora DAÎŞ'ê rizgar kirin, vala bikin lê belê koçberên Efrînê bi hêviyek mezin dijîn ku wê carek din vegerin ser ax û warê xwe, temenê xwe yê mayî li wir dewam bikin."   'Êriş tenê li Şehbayê nayê kirin li tevahiya Rojava tê kirin'   Di berdewamiya axaftinê de Emîneyê diyar kir ku êriş li seranserê Rojavayê Kurdistanê tê kirin û ev tişt anî ziman:"Dewleta tirk ne tenê li ser kantona Efrîn-Şehbayê êrîşên xwe dide berdewamkirin lê belê li seranserê herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê êrîş tên kirin. Ev jî bi armanca ku projeya netewa demokratik a ku rê vekir ku Kurd û Ereb bi hev re li ser vê erdnîgariyê bi awayekî wekhev bijîn, ji holê rabike."   'Di berxwedanê de bi israr in'   Di dawiya axaftina xwe de Emîneyê da zanîn ku koçberên Efrînê bi darê zorê dest ji warê xwe berdan lê dest ji berxwedana xwe bernadin û got:"Koçberên Efrînê li vir tevî hemû êş û azaran dest ji berxwedana xwe bernedan û ne jî wê berxwedana xwe biterikînin. Rast e bi darê zorê dest ji bajarê xwe berdan, lê dest ji hêvî û berxwedanê bernedan. Jiyan û rêxistinbûyina ku niha di nava qampên koçberiyê de tê dewamkirin nimûneya herî mezin a berxwedan û tekoşînê ye."   'Her roj ev koçberên bê guneh bi êrîşan re rû bi rû dimînin'    Têkildarî heman mijarê koçbera Efrînî  Hemîde Umar jî nerazîbûna xwe li ber hemberî dewamkirina êrîşan anî ziman û wiha got:"Li Şehbayê her roj êrîş çêdibin. Her carê sivîl dibin hedef, her roj ev koçberên bê guneh bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Herî zêde jî navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê û navçeya Tilrifatê tê hedefgirtin lê belê ev êrîş di asta hedefgirtina mal û kesan de nema her wiha dest bi komkujiyan jî hat kirin. Li dijî van êrişana em ê tim li berxwe bidin."   'Rêxistinên navneteweyî bi erka xwe ranabin'   Hemîdeyê diyar kir ku ev êrîş li gel bêdengiya navdewletî berdewam e û got:"Ewqas êriş li kantona Şehbayê tê kirin lê belê mixabin ti rêxistinên navneteweyî li hember van sûcan bi erka xwe ranabin. Di nava dîwarên bêdengiyê de mane. Em ji bo cîranê xwe civakek xêrxwaz û aştîxwaz in. Me şerê tu kesî nedikir lê niha tu kes nema ku şerê me nekiriye. Ew dixwazin bi van êrîşan me ji Şehbayê koçber bikin lê bila bizanibin derketina me ya ji Şehbayê wê ber bi Efrînê be."    'Em dest ji warê xwe bernadin'   Di dawiya axaftina xwe de Hemîdeyê da diyarkirin ku ew ê teslîmkariyê nepejirînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Çi dibe bila bibe em dest ji axa xwe bernadin û bi carekê em li dijî dijmin teslîmkariyê napejirînin. Divê saziyên navdewletî ku banga parastina mafê mirovan dikin xwedî li erka xwe derkevin û ji bêdengiyê xwe rizgar bikin."