2'yê Mijdara 1989'an: Kampanyaya 'Derziya Mor' hat destpêkirin 2018-11-02 11:41:24   Di sala 1987'an de li Çorumê dadgerekî daxwaza jina dayika 3 zarokan ku xwest hevjînê xwe berde bi gotina ku xizmeta zîhniyeta baviksalar dike 'Divê ji nava jinê zarok û ji pişta wê jî dar neyê hilanîn' red kiribû. Li dijî vê jinan bi armanca şermezarkirinê kampanya dabûn destpêkirin. Kampanyaya yekem ya bi navê "Li dîj lêdanê" ye. Piştî wê kampanyayê kampanya "Biqîre! bila herkes bibihîze" hatibû destpêkirin.     Piştî 12'ê Îlonê mîtînga yekem hat kirin. Jinan bi dirûşmên "Ji tacîzê re na, em bi şev jî dixwazin derkevin kolanan", "Bedena me ya me ye" meş li dar xistin. Bi çalakiyên xwe re jinan xwest ku hem tundiya li nava malê bê dîtin û ya li kolanan jî bê bidawîkirin.   Di wê serdemê de kampanyaya herî girîng ku hat destpêkirin ya "Derziya Mor" ê.  Jin ji bo ku balê bikişînin ser tacîza tê kirin di 2'yê Mijdara 1989'an de kampanyaya bi dirûşma "Bedena me ya me ye, ji tacîza zayendî re na, bi naê "Derziya Mor" hatin naskirin. Di wê demê de derziyên ku kordaleyên mor li wan hatin pêçan li kolan û kargehan bû çeka jinan a parastinê.