26'ê Cotmeha 2016'an:Jinên siyasetmedar li dora gel bûn xelek 2018-10-26 12:41:30   Berî bi du salan îro li Amedê piştî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ku bi hinceta  " lêpirsîna terorê" hatin binçavkirin, parlamenterên HDP'ê ku li ber şaredariyê bi gel re dest bi nobetê kirin, li dijî êrîşên polîsan li dora gel bûn xelek. Bi taybetî wêneyê parlamenterên HDP'ê Besîme Konca û Feleknas Uca di bin hişê mirovan de man.