9'ê Cotmeha 1998: Li dijî Abdullah Ocalan komplo hat kirin 2026-10-09 09:01:54   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Ewropayê.Hezên hegemon ên weke Amerîka, Îsraîl û Ingilîstanê jî di nav de gelek dewletên herêmê û dewletên din ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn, Tevgera Azadiyê ji xwe re xetere didîtin û ji bo wê jî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke mezin pêk anîn.    Hin bûyerên din ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1862: Di dema ku jin û pirsgirêkên jinan qadeke ku tenê mêran li ser nîqaş dikirin bû, Fatma Aliye Hanım a ku di romanên xwe de cara yekem bi celebek jinê re ev mijar derxist holê hat dinê.   1934: Zanyar û nivîskara Avusturalya Jill Ker Conway îro ji dayik bû. Jill, yekem seroka jin a Smith College, di sala 2004'an de ji bo projeya xwe ya Dîroka Jinê ya Neteweyî  Xelata Rûmetê ya Dîroka Jinê wergirt. Jill di 1ê Hezîrana 2018'an de jiyana xwe ji dest da.