15 Ekim 2024: Cenazeyê Rojîn Kabaîş hat dîtin 2025-10-15 09:01:25   Xwendekara sala yekem a Beşa Hînkirina Pêşdibistanê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yil (Van YYU), Rojjîn Kabaîş dema ku di 27'ê Îlonê de ji wargeha xwe derketibû winda bû. Cenazeyê wê di 15'ê Cotmeha 2024'an de, piştî lêgerînek 18 rojan, li peravên Gola Wanê hate dîtin.   Hin pêşketinên ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1880: Parêzvana mafên jinan Marie Stopes di 15ê Cotmeha 1880an de li Skotlandê ji dayik bû.   2012: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pergala hevserokatiyê esas girt û di 15'ê Cotmeha 2012'an de hat avakirin.    2015: Bi tevlîbûna 150 delegeyan li bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê 2'yemîn Konferansa Rêxistina Jinan a Yekîtiya Star hat lidarxistin   2015: Li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê lîstîka şanoyê ya bi navê "Îşa" ya ku berxwedana jinên Kobanê vedibêje li kolanê hat pêşandan. Derhêneriya lîstîkê  Fatih Badperva kir û ji hêla Koma Şanoyê ya Baranê ve hat lîstin.    2016: Navenda Piştewanî û Stargehên Jinan 19'emîn komxebata xwe bi tevlîbûna 21 saziyên jinan pêk hat û komxebat 3 rojan berdewam kir.    2016: Îro lîstîkvana şanoyê Alyssa Milano bi bangawaziya xwe ket rojeva cîhanê. Alyssa li ser hesabê xwe yê Twitterê bi navnîşana “#Metoo” bang li jinên ku bi tacizê re rûbirû mayî kir û xwest çîrokên xwe li ser vê hesabê bînin ziman. Bangewaziya veguherî kampanyayê û bû rojeva cîhanê.   2016: 19'emîn Komxebata Piştevaniya Stargeha Jinan li Edeneyê bi tevlîbûna 21 komele û navendên piştevaniyê yên jinan ve pêk hat. Komxebat 3 rojan dom kir. Di komxebatê de jin pirsgirêkên xwe nîqaş kirin û plansaziya pêşerojê derxistin.    2017: Lîstîkvana şanoyê Alyssa Milano li ser hesabê xwe yê Twitterê bi navnîşana “#Metoo” bang li jinên ku bi tacizê re rûbirû mayî kir û xwest çîrokên xwe li ser vê hesabê bînin ziman. Bangewaziya Alyssayê her çar aliyê Swedê dengveda û gelek jin beşdar bû. Bangewazî veguherî kampanyayê û bû rojeva cîhanê.     2019: Endamên Dayikên Aştiyê yên Stenbolê li dijî êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kirin û xwestin şer bê rawestandin. Bangewaziya dayikan wiha ye: "Em bang li serokkomar dikin ji bo çareseriya pirsgirêkê divê bi kurdan re diyalogê pêk bîne. Kurd hertim bû alîgirê çareserî û xwişk û biratiyê. Her kes mafê xwe yê xwezayî daxwaz dike. Em dixwazin bi ziman û çanda xwe azad bijîn. Hemû mafê Gelê Kurd hatiye xespkirin. Cîhan li hemberî kurdan bêdeng in. Lê divê her kes bizane ku Gelê Kurd her tim alîgirê aştiyê bûn."   2019: Xebata Booker ya Wêjeyê îsal dan Bernardîne Evarîsto yê. Bernardîne cara yekem di sala 1969'an de xelat girtibû û di dîrokê de cara yekem jineke reşikî û Îngilîzî xelatek girt.    2021: Di çarçoveya Mîhrîcana Lîstîkên Jinan a Îzmîrê de jina di "Sempozyuma Jinan a Navneteweyî" de bal kişandin ser îhlalkirina mafên jinan ên welatên xwe.