28'ê Cotmeha 2010'an: 1'emîn Konferansa Jinan a BDP’ê pêk hat 2024-10-28 09:02:00     1'emîn Konferansa Jinan a Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) li Êlihê bi tevlîbûna 300 jinan pêk hat.    Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1856: Rêvebera Yekitiya Neteweyî ya ji bo bikaranîna mafên deng dayîna jinan û endama Yekitiya Parazvanên Dildar a Jinan peykersaz Carolîna Marîa Benedicks-Bruceya ji Swedeyî hat dinê.    1879: Rêbera karkeran femînist Luîsa Capetîllo, Porta Rika Arecibo ji ber ku di qada gelemperî de şal li xwe kiribû hatibû girtin îro hat dinê. Ji bo azadiya mirovan û mafên jinan her tim di nava têkoşînê de bû û rêbertiyê jî dikir.   1919: 1’mîn Kongreya ICWW ya Navneteweyî ya Jinên Xebatkar li Washingtonê kombûn. Kongre bi bangewaziya Yekitiya Sendîkayên Jinan a Neteweya Amerîkayê pêk hat û 28 delege tevlî kongreyê bû. Lê 200 zêdetir jin tevlî pêvajoya biryargirtinê bûn.    1949: Ji hêla nivîskara femînist û felsefevan Sîmone de Beauvoir li ser referansa teoriya femînist dixebitî. Xebatên xwe kir pirtûk û pirtûk bi navê "Zayenda Duyem" hat çapkirin. Sîmone de Beauvoir di xebata xwe de banga têkoşînê li jinan dike. Bi gelek zimanan pirtûk hat wergerkirin û bi milyonan kes pirtûka Sîmoneyê xwend.    1986: Fîlma bi navê Aaah Belînda di Pêşbirka Filma Porteqala Zerîn ya 23'yemîn de bû yekemîn. Di fîlmê de jiyana jinê hat vegotin, Mujde Ar di fîlmê de cih girt û derhenêriya fîlmê jî ji hêla Atif Yilmaz ve hat kirin.    2007: Cara yekem li Arjantînê jinek bû serokkomar. CristinaFernandez de Kirchner ji sedî 44,9 deng girt û di 10'ê kanûnê de dest bi peywîra xwe kir.    2016: Seroka Partiya Komînist a Nepalê Bidhya Devi Bhandari bû serokkomara dewletê û cara yekem jinek bû serokkomara Nepal e.    2017: Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi navê "Di rêveberiya herêmî de jin û qeyûm" komxebatek li dar xist.    2019: Cara yekem jinek li paytexta Kolombiyayê bû şaredar. Piştî serokatiya dewletê erka herî girîng tê nirxandin. Claudia Lopez a çepgir bû şaredara Bogotayê.    2016: Li dijî binçavkirina Berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata, serdegirtina avahiya KJA’yê û lêdana polîsan a li jinan, rêxistinên jinan ên li Sirbîstanê li ber Sefaretxaneya Tirk a li Belgradê çalakiya protestoyî kirin.   2016: Rêbera Partiya Komunîst Bidhya Devi Bhandari li Nepalê yekem seroka jin a welêt hate hilbijartin.   2016: Akademiya Jineolojiyê bi merasîmekê li Dêrikê mezûnên xwe yên yekem da.   2022: Rêxistina Navçeya Silopiyayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Taxa Ofîsê ya navçeya Silopiyayê bi şîara "Rêxistina jinan azadiya jina ye" bi jinan re hat cem hev. Wekîla HDP'ê Nuran Îmîr, Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabuha Akdag û Meclîsa Dayikên Aştiyê û jinên taxê beşdarî civînê bûn.   Di civînê de Parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr axivî û bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û got ku dixwazin bi polîtîkayên şer civakê teslîm bigirin.