16'ê Îlona 2022'yan: Jîna Emînî hat qetilkirin 2024-09-16 09:02:32     Jina kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî dema bi malbata xwe re diçe Tehranê li wir ji aliyê "Polîsên Exlaq" ve bi hinceta sergirtina bi zorê tê binçavkirin û piştre bi îşkenceyê tê qetilkirin.    Şeva 14'ê Îlonê saet di 18.30'an de Jîna li derketina îstasyona metroya Tehranê tê binçavkirin û di bin çavan de bi îşkenceyê rû bi rû dimîne. Li ser israra jinan wê radikin nexweşxaneyê. Jînaya li Nexweşxaneya Kasrayê tedawî didît ji ber îşkenceyê du gurçikên wê betal dibe, di dil û mejiyê wê de xesar ava dibin. Bedena Jînayê wê îşkenceyê ranagire û Jîna di 16'ê Îlona 2022'yan de jiyana xwe ji dest dide.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1846: Parêzvana mafên jinan Anna Kingsford, îro ji dayik bû. Piştî Elizabeth Garrett Anderson ji yekem jinên ku diplomaya tipê girtiye. Ew di heman demê de parêzvana ajalan bû. Di 22'yê Sibata 1888'an de koça dawî kir.    1861: Mamoste û mûcîta Emerîkayî Miriam E. Benjamin, îro ji dayik bû. Di 17'ê Tîrmeha 1888'an de wê ji bo otelên îcata wê bûn gong û paldankên sinyalê girt û îcada wê ji aliyê nûnerên meclîsa Emerîkayê hat qebûlkirin. Miriamê di 1947'an de koça dawî kir.    1887: Mamosteya Muzikê ya Fransizî  Juliette Nadia Boulanger yek bestekara berbiçav a sedsala 20'emîn bû. Gelek carî wekî muzîsyen ders da xwendekaran. Di 22'yê Cotmeha 1979'an de koça dawî kir.    1935: Nivîskara Arjantînî Esther Margareta Vilar îro ji dayik bû. Berî bibe nivîskar wekî bijîşk perwerde girt.    2015: Sendîkaya Îngilistanê ya herî mezin Unite the Union bang kir ku dewleta tirk demildest dest bi hevdîtinên aştiyê bike û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serbest bê berdan.    2019: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî qeyûmên di 19'ê Tebaxê de tayînî şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hatin kirin bi dirûşma "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" li gelek bajaran dest bi çalakiyên hemdemî kirin.    2020: Li Bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî, li hember talan û êrişan 'Însiyatîfa Dayikên Gerîla' hat avakirin.    Însiyatîfê bi daxuyaniya çapemeniyê hemleya ku pêk anî da ragihandin û diyar kir dê her hefte çalakiyên cuda li dijî êrişan bên kirin. Cara yekem bi beşdariya gelek kesî li Dêrik û Qamişloyê çalakiyên yekem pêk hatin. Di daxuyaniyên hat dayin de talana ekolojîk û êriş hatin şermezarkirin.