10'ê Îlona 2016'an: Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojava li dijî tecrîdê kon vegirt 2024-09-10 09:02:19       Li Kobanê Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojava li dijî tecrîde li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 10'ê Îlona 2016'an de bi dirûşma "Jinên Ciwan Temînata Azadiya Rêber Apo ye" kon vegirtin.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1874: Mary J. Dillard a Emerîqayî îro li Kansasê ji dayik bû. Mary perwerdekar bû û mafê bikaranîna deng ê jinê diparast. Heta dawiya emrê xwe ji bo vê yekê xebat kir.    1880: Nivîskar û aktivîst Laura Cornelius Kellog îro ji dayik bû. Laure avakara Komeleya Çermreşan a Emerîqayê bû û ji bo xwerêvebirinê şer kir. Laura di 1947'an de koça dawî kir.    2019: Emîne Şenyaşar a ku xizmên parlamenterê AKP'ê Halîl Yildiz hevjînê wê û 2 kurê wê kuşt û Ferît Şenyaşar ê ku bi birîndarî filitî ji ber lêpirsîn 15 meh bû ku nebûbû îdianame li ber edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    2020: Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Starê derbarê êriş û komkujiyên li ser jinan ên li Tirkiyeyê zêde dibû daxuyanî da. Gelek jin beşdarî daxuyaniya li ber avahiya Kongreya Starê hat dayin, bûn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tundiya AKP'ê ya li ser jinê û tundiya zihniyeta baviksalarî bi hincetên tirsnak tê xwestin rewa bê dîtin.