8'ê Îlona 2018'an: Rojnameger Suheyla Qadirî jiyana xwe ji dest da 2024-09-08 09:01:29         4 sal beriya niha baregehên leşkerî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê -Îran (PDK-Î) û beregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li herêma Koyê ya Hewlêrê ji aliyê Îranê ve hatin bombebarankirin. Di encama bombebarana hat kirin de li gel Rojnamevan Suheyla Qadrî gelek kesî jiyana xwe ji dest da.   Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:   1979: Lîstîkvan û parêzvana mafên reşikan Jean Seberg li Parîsê mirî hat dîtin. Jean bi aşkera piştgirî da Partiya Panterên Reş. Hat diyarkirin ku Jean di 30'yê Tebaxê de jiyana xwe ji dest daye lê cenazeyê wê di 8'ê îlonê de di nav maşîneya wê de hatiye dîtin. Heta îro jî derbarê mirina wê de agahiyeke zelal nîne.    2014: Hunermenda  Avusturyayî Maria Lassnig, îro hat dinê. Marîa bi teoriya "cudakariya bedenê" dihat nasîn û di sala 1988’an de Xelata Dewletê ya Avusturyayê girt. Cara yekem jinekê xelateke wisa girt. Her wiha Marîa hêjayî Dekarasyona Huner û Zanyarî ya Avusturyayê hat dîtin. Di 6'ê Gulana 2014’an de jiyana xwe ji dest da.    2022: Kraliçe II. Elizabeth a herî zêde monarşiya Brîtanyayê bi rê ve bir di 96 saliya xwe de li Balmoralê jiyana xwe ji dest da.