12'yê Tîrmeha 2023'yan: 200 penaber li herêmên kontrolkirî hatin bicihkirin 2024-07-12 09:01:21     200 penaberên sûrî yên ku li Tirkiyeyê diman ji sînorên Tirkiyeyê derbasî Ezaz a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin. Penaber li herêmên di bin kontrola komên ku girêdayîTirkiyeyê ne, hatin bicihkirin.    Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokêş de pêk hatine wiha ne:   1870: Kemanjena Brîtanî, aktivîst û sufrajet Constance Elizabeth Bryer di 12'yê tîrmeha 1870'ê de ji dayik bû. Constance ji bo mafê dengdayinê yê jinê beşdarî Yekîtiya Siyasî û Civakî ya Jinê (WSPU) û Yekîtiya Dêrê (CLWS) bû. Ji bo kampanyayê bide meşandin dev ji karê xwe yê muzikê berda. Di Gulana 1912'yan de ji ber camên li Kolana Regent a Londrayê şikand cezayê girtîgehê girt. Li Birminghamê li Girtîgeha HM'ê 4 mehan raza. Beşdarî greva birçîbûnê bû.    1984: Geraldine Anne Ferraro bû yekemîn namzeta jin a Emerîqayê. Geraldine Anne Ferraro ji xeynî siyasetmedariyê rojnameger, nivîskar û karker bû. Her wiha ji Partiya Demokratîk jî wekî namzet hat nîşandan.    1999: Li Fransayê ji bo wekheviya fersendê ya di navbera mêr û jinan de zagona hejmara 99-585'an a ji bo delegesyano parlemantoyê hat weşandin.    2006: Li Stenbolê ji aliyê Tevgera Jinên Azad ên Demokratîk (DOKH) ve du rojî Konferansa Têkoşîna li dijî Fûhûşê hat lidarxistin.    2017: Jinên ereb di bin banê Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (QSD), de 'Tabûra Jinên Ereb a Şehîd Amara' îlan kirin. Ji bo beşdariya QSD'ê zêde bibe tabûra xweser hat avakirin.    2018: Polîsan bi ser ajansa jinê JINNWES'ê ku li Tirkiyeyê ajansa tenê ya jinê ye girtin.    2019: Platfroma Jinên Kurd a Yekgirtî banga diyalogê kir û got,"Em bang dikin ku aktorên polîtîk ên kurd deng bidin me." Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em ji polîtikayên tundiyê yên ku tên xwestin di navbera kurdan de biqewime dibêjin 'NA'. Ji bo kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest bixin divê diyalog û polîtîkayên aştiyane bên kirin."