26’ê Gulana 2019'an: Abdullah Ocalan ji raya giştî re peyam şand 2024-05-26 09:02:05     Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 26’ê gulana 2019’an de bi rêya parêzerên xwe peyam şand û xwest ku grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven dewam dikirin bi dawî bibe.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên Bûroya Hiqûqî ya Asrinê, têkildarî hevdîtina xwe ya 22'yê gulana 2019’an de daxuyanî dan çapemeniyê û peyama Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kirin.   Peyama Abdullah Ocalan wiha bû:   Di serî de hevalên ku tevlî greva birçîbûnê û rojiya mirinê bûne, di çarçoveya daxuyaniya berfireh a du parêzerên min de, li bendê me ku çalakiya we bi dawî bibe. Bi hêsanî destnîşan dikim ku mexseda we ya ji bo min diyar e û hezkirin û spasiyên xwe pêşkêşî we dikim. Bi taybetî diyar dikim û hêvî dikim ku hûn ê ji niha û pê ve bi hawekî xurt û îradeyeke têrker li gel min bimeşin.   Bi hezkirin û silavên bê dawî."   Piştî daxuyaniyê grevên birçîbûnê bi dawî bûbûn.   Di dîrokê de hin geşedanên qewimîne wiha ne:   1919: Guhertina Makezagona mafê dengdayina jinan nas dike ji aliyê Dewleta Yekîtiya Emerîkayê (DYA) ve hat qebûlkirin û ji bo erêkirinê, ji eyaletan re hat şandin. Îmzekirina zagonê ya eyaletan nêzikî salekê berdewam kir û di 18’ê tebaxa 1920’î de bi dawî bû.  Susan B. Anthony a yek ji pêşengên tevgera Suffragette di guhertina Makezagonê ya 19’emîn de biryar da ku mafê dengdana welatiyan ji ber zayendiyê nayê astengkirin. Jinan Susanê û Suffragette yên heman têkoşin didan û ew mafê ku bi serfirazî dest xistinbûn ji bîr nekirin.   2016: Endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) kampanyaya ji bo navçeyên Cizîr û Sûrê dabûn destpêkirin li navçeya Osmangaziyê ya giredayî Stenbolê tezgah vekirin, xwarin û vexwarin firotin.   2016: 14’emîn daneşîna yekem a doza ku ji ber nivîsên wan ên Rojnameya heftane Binevş a pêveka  Rojnameya Ozgur Gundemê li Eren Keskîn, Reyhan Çapan, Reyhan Hacioglu û Ayşe Berktay hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin.   2022: Bi hevkariya Komîteya Navneteweyî û Konseya Ewropayê ji bo parastina jinên tundî li wan tê kirin li payitextê Fasê  Rabatê bi sernavê  "Tundiya dijîtal" sempozyûm hat kirin.