23’yê Gulana 2001'ê: Ji bo femînîsta Misirî piştevanî 2024-05-23 09:02:19     Aktîvîsta femînîst a Misirê û nivîskar Nawal El Saadawî, di rojnameya Al-Midan di roportaja xwe ya di Adara 2001’ê de hatibû weşandin de, pelçiqandina jinan bi siyaset, aborî û çandê ve girê dabû û gotibû ol di civakan de ji bo pelçiqandina jinan tê bikaranîn. Her wiha newekheviya di navbera jin û mêran de yên di mijara mafê mîrate, pir zewaciyê de anîbû ziman. Nawalê di nivîs û pirtûkên xwe de di sala 1957’an ku dest bi nivîsê kir, li ser statuya qanûnî ya jinên Ereb, newekheviya zayendî, şîdeta nav malbatê û sineta jinan sekinî. Nivîs û pirtûkên Newalê ji aliyê hikûmeta Misirê û oldarên wê ve wek xetere hat qebûlkirin. Nawal neçar ma berhemên xwe li Lubnanê biweşîne.   Di 1980’ê de ji peywira xwe ya Wezareta Tenduristiya Misirê hat girtin; di 1981’ê de ji ber xebatên polîtîk ji aliyê serokomarê demî Enwer Sedat ve hat hepskirin. Di 1991’ê de yekem saziya qanûnî û femînîst a serbixwe Komeleya Piştevaniya Jinên Ereb ku wê ava kiribû, hat girtin. Piştre du kovarên ku derxistibû hat qedexekirin. Heman salê ji aliyê Oldarên îslamî ve hat tehdîdkirin û neçar ma Misirê terk bike.  Li DYA û Ingîlistanê li zanîngehên cuda ders da. Di 1996’an de vegeriya Misirê. Gelek caran pirtûkên wê hatin sansurkirin û herî dawî di Sibata 2001’ê de di Fuara Pirtûkan a Kahîreyê de pirtûkên wê hatin sansurkirin û komkirin.    Ji bo Nawalê kampanya hat destpêkirin, piştî roportaja wê ya kovara Al-Mîdan, miftiyê misirê ji bo tezkîpkirina nêrînên wê, Nawal hişyar kir. Nawal da zanîn ku rojnamegerên roportaj kirine, nêrînên wê berovajî dane û wê tenê agahiyên dîrokî aşkera kiriye. Li ser vê di Nîsana 2001’ê de parêzerekî li Nawalê doz vekir û got ji ber nêrînên wê divê ji ola Îslamê bê derxistin û girêdayê vê zewaca wê ya 37 salî ya bi Dr Şerîf Hetata re bê feshkirin. Nawalê ji ber tehdîdên li hember wê û jiyana hevjînê wê banga piştevaniyê li qada navneteweyî kir.   Kampanya piştevaniyê ji aliyê Projeya Mafê Mirovan a Jinan ve hat meşandin. Di lingê kampanyayê ya li Tirkiyeyê de, îmze hatin komkirin. Name bi îmzeyên hatin komkirin, ji seferatxaneya mezin a Misirê re hat şandin. Di encama piştevaniya navneteweyî de doz bi erênî encam bû.   Bûyerên din ên girîng ên di dîrokê de derketine pêş wiha ne:   2015: Li Mîdyadê bi pêşengiya KJA’yê bi tevlîbûna sedan jinî, Buroya Hilbijartinê ya Jinan a ku bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî xizmet dida hat vekirin.   2016: 8 xebatkarên jin ên di Depoya Gebzeyê ya şîrketa kozmetîk a Avonê de dixebitîn, endamê Sendîkaya Karkerên Depo û Lîmanê (DGD-Sen) bûn ji ber faliyetên sendîkayî di 19’ê Gulanê de ji kar hatin avêtin. Jinan li ber depoya Gebzeyê ya şîrketê çalakî pêk anîn.   2019: Odeya tabîban a Stenbolê ji bo bibîranîna doktora diranan, Sevînç Ozguner, Xelata Demokrasî, Aştî û Mafê Mirovan da Dayikên Şemiyê.   2022: Kongreya Starê li dijî komkujiyên li ser zarokan û zewaca di temenê biçûk de dest bi kampanyayê kir.