21’ê Gulana 1932'yan: Amelîayê bi balafirê Atlantîk derbas kir 2024-05-21 09:01:47     Amelîa Earhart pîlota Emerîqayî li rojhilatê Kanadayê balafira xwe rakirîbû û di 21’ê gulana 1932’yan de Okyanûsa Atlantîkê derbas kir û balafira xwe li Îrlandayê danî. Amelîayê wê demê 35 salî bû û nîşana yekem 'jina bi balafirê okyanus derbas kir', girt. Di sala 1937’an de bi balafira xwe ya xwedî du motorî derdikeve tûra cîhanî û dema tûra xwe ji sisîyan dudu xelas dike balafira wê li Okyanûsa Pasîfîkê winda dibe. Di demeke dirêj de ji bo wê lêgerîn hat kirin lê ew nehat dîtin û piştre mirina wê ya fermî hat ragihandin.   Di dîrokê de hin geşedanên qewimîne wiha ne:   2015: Li Katalanê 600 rêxistinên jinan çalakiyên xwe yên Vega de Toles (Her tişt ji bo grevê) ên di 2014’an de dabûn destpêkirin, di vê çarçoveyê de li Barcelonayê çalakiya girtina rêya trafîkê pêk anîn. Çalakiyên jinan li dijî rolên ku bi nîzama kapîtalîst li ser jinan hatine ferzkirin bû.     2020: Di qada navneteweyî de gelek siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar û akademîsyenên jin, ji bo pêkhatina Yêkîtiya Neteweyî ya Kurdan bang kirin. Nameya zêdeyî di 20 welatî de ji aliyê nêzî 150 jinan ve hatibû nivîsandin, radestî Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP), Yekîtiya Civakên Kurdistanê (KCK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat kirin.