19'ê Gulana 1989'an: Komcivîna jinan pêk hat 2024-05-19 09:01:41     Ji bo ku pirsgirêkên jinan ên ji ber jinbûna wan niqaş bikin, jin hev nas bikin û dengê xwe bilind bikin li Stenbolê Komcivîna jinan hat kirin. Ji dervê welat ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê rêxistinên jinan, komên feminîst hatin gel hev. Di komcivîna ku 3 rojan berdewam kir de, derbarê çand û hunerê, cudakariya li heberî jinan, pirsgirêkên jin û zarokan û yên jinên kurd bi tevli bûna 2500 jin hatin niqaşkirin.    Di dîrokê de îro hin geşedanên qewimîne wiha ne:   1593: Wênesaza ji Fransayê Claude Vignon îro ji dayik bû. Caude dema li Îtalyayê perwerde didît bi taybetî bi rêya xebatên Caravaggîo, Guercîno, Guîdo Renî û Annîbale Caraccî gelek tevgerên hunerê nas kiriye. Berhemên wê yên ku rengên zindî nîşan didan bi bandor dihatin dîtin. Claude di 10’ê Gulana 1670'ê de çû ser dilovaniya xwe.    1861: Hunermenda ji Awistiralyayê Dame Nellie Melba îro ji dayik bû. Dameyê li welatê xwe ji serê sedsala 20’î de bû yekemîn hunermenda herî navdar û wekî muzîkjenek klasik a navneteweyî dihat naskirin. Demayê ya li welatê wê navê Melba lê hatibû kirin di sala 23’yê Sibata 1931’ê de jiyana xwe ji dest da.   1879: Siyasetmedara ji welatê Ingîlistanê Nancy Wîthcer 142 sal berê wek îro ji dayik bû. Nancyê ya ku li Emerîkayê dijiya, ji sala 1919’an heta sala 1945’an jina yekem a ku nîşana jina parlamenter a di parlamentoyê de rûniştiye stend.   1880: Idola Saint-Jean a ji Fransayê, jineke rojnamevan, perwerdekar û femînîst bû. Idola Saint-Jean a ji bo mafê jinan ên dengdanê têdikoşiya, yek ji pêşengên li dijî nîjarperestî, zayendperestiyê bû û antî-mîlîtarîst bû, 141 sal berî îro ji dayik bû.   Idolayê di jiyana xwe de qet nezewicî û zarok neaniye cihanê, lê nerazîbûna xwe ya li hember kavneşopiya civakê ya derbarê jinê de anî ziman. Idolayê jinek ku dikaribû di civakê de debara xwe bike û bi têkoşina xwe ya li qada sîyasetê ku ji bo mafê jinan dida, ji jinan re rêyek vekir û ji bo jinan bu îdol. Idolayê her wiha femînîsteke li dijî asimilasyona Fransayê û ku ji bo mafê jinan têdikoşiya bû.   1903: Ruth Ella Moore jina yekem a Efrîkî-Emerîkayî ku di warê zanistên xwezayî de nîşaneya doktorayê girtibû îro ji dayik bû.   1920: Tîna Strobos Bijîşka Dêrûnas a ji Emsterdamê ye ku di Şerê Cîhanê yê 2’yemîn de bi berxwedana xwe hatî naskirin îro ji dayik bû. Tînayê dema ku Nazî Hollandayê dagir dikin di berxwedana li dijî dagirkirinê de cîh girtiye. Tînayê her wiha ji bo ku penaber ji welat karibin birevin pasaportên sexte amade kirine. Tîna, dayika xwe û pîrika xwe bi hev re nêzî 100 kesên Cuhî ji mirinê rizgar kirine. Tîna li gel ku 9 caran hat binçavkirin jî tû carî cihê Cuhîyan ji Nazîyan rê negotiye. Tînayê berî bi 9 salan wekî îro çû ser dilovaniya xwe.   2019: Xizmên windayên ên ji Îran, Rûsya, Kibris û Lubnanê hatin piştgirî dan Dayikên Aştiyê yên di hefteya 738'an de li aqubeta windayên xwe pirsîn.