14’ê Gulana 1940’î: Emma Goldman jiyana xwe ji dest da 2024-05-14 09:01:17     Emma Goldman bi gotina xwe ya “Şoreşa ku ez nikarim lê reqsê bikim, ew ne şoreş e” cihê xwe di dîrokê de girtiye. Emma di 27’ê hezîrana 1869'an de li Lîtvanyayê li malbateke cuhî ji dayik bû. Dema ku temenê wê hêj 13 salî bû bi malbata xwe re bar kirin St. Petersburgê. Li vir neçar ma û dev ji dibistanê berde, li febrîqeyekê dest bi kar kir. Dema temenê wê bu 15 salî, bavê wê xwest wê bizewicîne. Emmayê dijberî bavê xwe derket û nezewicî. Dema ku temenê wê bû 17 salî bi xwişka xwe re koçî Emerîkayê kir.     Di sala 1886’an de di encama Serhildana Haymarketê 4 mirovên anarşist hatin darvekirin. Emma piştî darvekirina 4 mirovan, baweriya wê li ser anarşîzmê zêde dibe. Di 1887’an de zewicî. Lê piştî demekê biryar da ku tevlî Tevgera Anarşîst bibe û zewaca xwe bidomîne. Dûre Alexsander Berkman a yek ji pêşeng e tevgerê anarşîst ên Emerîkî nas kir.    Emma ya ku gelek caran hatibû girtin, gotinên xwe yên “Kar bixwazin. Eger kar nedin we nan bixwazin. Eger nan jî nedin we hûn bi xwe nanê xwe ji wan bistînin” li dijî desthilatdariyê derdiket. Carekê jî ew û Alexander ji ber ku yekîtiya “Ji leşkerîya mecbûrî re na” ava kiribûn û çalakiyên li dijî şerê cîhanê yê 1’emîn pêk anîbûn hatin girtin. 2 sala man girtîgehê da. Piştre her du jî ji welatîbûna ya Emerîkî derxistin û ew sirgûnî Rûsyayê kirin.    Alexander di 1936’an de berî Şoreşa Îspanyolê dawî li jiyana xwe anî. Emmayê jî di heman salê de di temenê 67’an de ji bo tevlî şoreşa Îspanyolê bibe, çû Îspanyolê. Emmayê di 14’ê Gulana 1940’î de jiyana xwe ji dest da. Emma li cem ên ku di Serhildana Haymarketê de jiyana ji dest dabûn hat veşartin.    Di dîrokê de hin geşedanên îro qewiminê wiha ne:    1918: Marîa Smîth Jones di 14’ê Gulana 1918’an da ji dayik bû. Marîa li Eleskeyê bi zimanê xwe yê zikmakî  (Eyak) Udach’ Kuqax*a’a’ch’, yanî tê wateya “Dengê ji dûr ve bang li mirovan dike” dipeyiviya. Marîa kesa ku herî dawî zimanê Eyak diaxivî û dijiyayî bû. Di heman demê de Marîa endam û pêşenga dawî ya Eyakê bû.     2008: Jinan di çarçoveya kampanyaya “Di Medyayê de Zayendperestiyê Rawestînin” a ji hêla Koma Temaşekirina Medyayê ya Jinan (MEDÎZ) ve dihat meşandin, li dijî reklamên zayendperestîyê li ber deriyê Komeleya Reklaman a li navçeya Beyogluyê çalakî li dar xistin.     2021: Bi dirûşma “Li her derê, ji bo rewşa me ya kedkariyê" Rojanameya Karkerên Jin ji bo piştevaniya bi jinên karker re xeta telefonê ya Piştevaniya Hiqûqî ya Karkerên Jin ava kir.