11'ê Gulana 1992'yan: Hozan Mizgîn jiyana xwe ji dest da 2024-05-11 09:01:19     Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) bi huner û kesayetiya xwe ya şoreşger bandor li têkoşînê kir. Mizgîn di sala 1962'yan de li gundê Bileydera Êlihê hat dinê. Mizgîn bi deng û hunera xwe li dijî zihniyeta serdest li ber xwe da. Mizgîn di 12'yê Îlona sala 1980'ê de tevlî têkoşîna azadiyê bû. Bi tevlîbûna xwe di nava xebatan de çalak cih girt.    1894: Reqsvana Amerîkî Martha Graham îro hat dinê. Ji 70 salan zêdetir mamostetî kir û reqisî. Li derveyî welat jî tevlî bernameyan bû.    1944: Helbestvan, wênesaz û dizaynkar Florine Stettheimer, di 19'ê Tîrmeha sala 1871'ê de li New Yorkê hat dinê. Ji malbata Cihûyan e. Zarokatiya wê li New York û Ewropayê derbas bû. 77 sal beriya niha ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Pirtûka wê ya helbestê di sala 1949'an de hat weşandin.    2011: Peymana Stenbolê ango Peymana Konseya Ewropayê ya Têkoşîna li Dijî Şîdeta di Nava Malê de û Şîdeta li Hemberî Jinê hat îmzekirin. Ewilî Tirkiye peyman qebûl kir û îmze kir. Ligel îmze kir jî di 20'ê Adara 2021'ê de ji hêla Serokkomarê AKP'yî Tayîp Erdogan ve peyman hate betalkirin.    2011: Bi pêşengiya Navenda Têkiliya Jinên Kurd (REPAK) a li Hewlêrê, bi tevlîbûna 73 rêxistinên jinan û 181 aktîvîstên jin li dijî qetilkirina jinan kampanyayek hat destpêkirin. Jinan banga mezinkirina kampanyayê kirin.    2011: Jinan li hemberî kuştina Ayşe Paşali di 11 û 12'ê Gulanê de çalakiya "7/24, em ê di nobetê de bin" li dar xistin. Çalakiya nobetê li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Eskîşehir, Antalya, Wan, Sînop, Riha, Amed, Dîlok, Mêrsîn, Samsûn, Nevşehîr, Edene û Trabzonê hat lidarxistin. Li Qada Taksîma Stenbolê û Enqereyê nobet heta 12'yê gulanê heta nîvro dom kir. Her wiha cezayê muebetê yê girankirî li kujerê Ayşeyê hat birîn.