28'ê Nîsana 2013'yan: Meclîsa Jinan a BDP'ê kongreya xwe pêk anî 2024-04-28 09:03:15        Bi tevlîbûna 10 hezar jinan Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk û Aştiyê (BDP) di 28'ê nîsana 2013’yan de kongreya xwe ya 2'yem pêk anî. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyamek ji kongreyê re şand û got "Jin temînata mafên mirovan û demokratîkbûyînê ye". Kongreya ku bi dirûşma "Jinên bi rêxistinkirî, rizgariya demokratîk, jiyana azad" pêk hat.    Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1913: Cemiyeta Teali-i Nisvan bi navê xwe yê dinê "Komeleya Bilindkirina Rewşa Jinê" hat avakirin. Ev wekî rêxistina femînîst a yekem ku li Tirkiyeyê ketiye bin qeydan tê bîranîn.    1993: Weqfa Jinê Ms. Foundation for Women li Dewleta Emerîqayê ya Yekbûyî bi dirûşma "Keçên Me Bibin Kar" bername da destpêkirin.    2009: Komeleya Piştevaniyê ya Jinê ya Antalyayê bertek nîşanî deşîfrebûna mala stargehê ya şaredariyê dan.